Kayûmê vê carê peykerê Cegerxwîn rakir
Batman
Þaredariya Batmanê ku niha di bin destê kayûmê de ye peykerê helbestvanê navdar Cegerxwîn rakir.
Þaredariya Batmanê di sala 2007'an deð li Parka Kî ne Em peykerê Cegerxwîn danîbû. Di 23'yê adara 2014'an de kes an kesên nasname nediyar êrîþê peykerê kiribû. Niha kayûmê bi temamî ew rakir.
Li hemberî vêyekê îro Rêxistina HDP'ya Batmanê li ser avahiya rêxistinê daxuyanî da çapemeniyê. Hevþaredarên Batmanê ên ji peywirê hatine girtin Songul Korkmaz û Mehmet Demir, endamên TJA'yê (Tevgera Jinên Azad), Dayikên Aþtiyê, nûnerên HDP'ya Batmanê û ji gel gelek kes beþdarî belakirina daxuyanî bûn.
Hevþaredarê Batmanê yê ji kar hat girtin Mehmet Demir got ku di çarçoveya Plana Þark Islahetê de êrîþê hemû nirxên kurdan dikin.
Hevþaredar Korkmaz daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û got ku kayûm rejimeke faþîst e ku bi paradîgmaya yek ziman, yek ol, yek netew êrîþê Þaredarîtiya HDP'ê ku pirdengî diparêze dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku fikra ku li Bazîdê peykera Ehmedê Xanî, li Sêrtê pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan xira kir,îro li vir jî peykera Cegerxwîn jiholê rakir. Wisa hat gotin, "Kolan, kuçe û partên ku navên rewþenbîrên kurd lêye radikin û navê Karabag li parkên Batmanê dikin. Navê Devlet Bahçeli li parkên Amedê tê kirin. Ev bêtehamulê wisa gihîþtiye astek ku li gelek cihan konser û þano jî têde qedexekirin. Þaredarîtiya kayûmê destûrê nade folklora kurdî, çanda kurdî, xebatên li ser zimanê kurdî. Em dijî vê ferasetê ne û em þermezar dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li kayûmê hat kirin ku peykera Cegerxwîn di kêliyek zû de deynin cihê wî.