Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019
Omer Farûk Baran
Þîroveyek: ‘’Ji vê stranê tiþtekî fêm nakim, lê min pozîtîf dike, enerjîyeke wê ya ecêb heye.’’
Þîroveyeke din: ‘’Ji Qeredenîzê silav bo we, ez nizanim çi dibêje va strana, lê têra min dike ku ez pê rabim bireqisim.’’
Þîroveyeke din: ‘’Þeva berê li Stenbolê li barekê lêket ew stran. Ortam ne îþê îþan xweþ bû. Muzîkên kurdan bi rastî coþeke mezin çêdikin. Gava ew stran lêket ji niþke ve heyecanek bi salonê ket. Kê zanibû nizanibû, herkes rabû govendê. Yên li maseyên xwe man jî li þûnên xwe govend gerandin. Pir enteresan û pir xweþ bû.’’
Û þîroveyeke din: ‘’Ûlan ku wanî here ewê temamê Tirkiyê kurdî bielime, stranê vedikim û nikarim bigirim.’’
Bi tirkî bi hezarên þîroveyên din ên bi vî rengî di YouTubeê de li binê klîpa Kurdish Mashup 2019 ya Halil Fesli û Ýbocan Sarýgul hatine nivîsîn. Halil Fesli, Ýbocan Sarýgul û Kurdish Mashup 2019 bi serê xwe belkî tiþtekî îfade nekin bo we, lê gava ez bêjim ‘’bilibendê bilibendê’’ ez dibêjim qey ewê bêhemdî we ji guhên we ber bi çavên we rîtmekê reqsê çêbe.
‘Bilibendê’’… Bo manaya vê peyva têra xwe ecêb û enteresan me berê li ferhangan nihêrî. Ew peyv ne di ferhenga D. Îzolî ne jî di ya Mehmed Emin Bozarslan de hebû. Di çapa berfirehkirî ya ferhenga Zana Farqînî de jî me ew peyv nedît. Li ser ferhengên înteraktîf yên mîna tirsik.net û eksisozlukê bo ‘’bilibendê’’ hin malumat hebûn, lê tu kesî tam nizanibû ‘’bilibendê’’ çi ye.
Perxudres Podcast bo manaya ‘’bilibendê’’ bibîne bi refleksên rojnamegeriyê xwe gêhand Halil Fesli û ji muxatabê meseleyê meraqa herkesî pirsî. Berî em derbazî detayên manaya ‘’bilibendê’’ bibin gerek em bibêjin, di vê nivîsê de em di hezîrana/pûþpera 2022yan de ne û hejmara temaþeya mash-upa ku bi navê ‘’bilibendê’’ tê zanîn nêzîkî 200 mîlyon e. 200 mîlyon temaþe, van rojan, li hin derdoran bo klîpeke kurdî rekoreke YouTubeî tê qebûlkirin.
De em vegerin detayên Halil Fesli dane. Dema me xwe bi rêka telefonê hinekî bi zorê gêhand Halil Fesli piþtî halpirsînê, pirsa me ya pêþî hema ser manaya ‘’bilibendê’’ bû elbet. Ji ber ku me zanibû Halil Fesli û Ýbocan Sarýgul ji Bazarcixê ne, bi niyeta nîþandana zanîna zimanê hêla Meraþê me got ‘’Hinek peyvên devokî hene ku di tu ferhengan de meriv wan nabîne, eceb ‘bilibendê’ jî peyveke wê hêlê ye?’’ Lê li ser vê pirsê cewaba Halil Fesli bi tîqetîq ‘’na’’ bû û meseleya ku wî ser ‘’bilibendê’’ gotî jî, bi me ji peyvê bi xwe enteresantir hat. Halil Fesli dibêje ‘’Peyva stranê di eslê xwe de ‘dilixemê dilixemê’ ye, sola bîne ez rabim ez dilixema xwe nadim. Hevalê min Îbocan, ji ber ku kurdiya wî gelekî þikestî ye li þûna ku bibêje ‘dilixemê’, ’dilixemê’, got ’bilibendê’, ’bilibendê’ û bi wî þeklî ma, tu manaya ‘bilibendê’ tune.’’ Li ser vê malumata ecêb, di þokê de, me got ‘’Çawa yanî, gava hevalê te þaþ got, te mudaxele nekir? Te negot ‘Bilibendê çi ye? Bêje ’dilixemê?’’ Bo vê pirsê jî Halil Fesli xayet relaks dibêje ‘’Roja ku Îbocan li studyo cîhên ku ew dibêje qeyd dikir, ez ne li cem bûm. Eger ez li cem bûma, minê mudaxele bikira..’’
Li vir ji ber ku barê gotinên þaþ dimîne ser Ýbocan Sarigul, me xwest em bi wî re jî ser çîroka ‘’bilibendê’’ xeber bidin, lê wî cewab neda mesajên me û telefona me jî venekir. Loma em bi gotinên Halil Fesli bidomînin. Halil Fesli dibêje ‘’Me Kurdish Mashup 2019 li YouTubeê bar kir bi þûnde 6 mehan kesî em temaþe nekirin, kesî em nebihîstin. Me digot 200,000 caran were temaþekirin temam e lê dûra, deng veda û belav bû û belav bû û belav bû..’’
Fesli ser sira dengvedanê jî dibêje ‘’Milet ji gotinên du-carî hez dike’’ û di ser ‘’bilibendê bilibendê’’ re balê dikiþîne ser stranên Tarkanê megastarê Tirkan: ‘’kuzu kuzu’’, ‘’dudu dudu’’, ‘’geççek geççek’’ Halil Fesli dibêje ewê di demeke nêz de mash-upeke din derxe û dibêje ewê vê carê bi tenê be. Li ser pirsa ‘’Lê hevalê te Ýbocan Sarigul?’’, Halil Fesli bi keserkûrekê dibêje ‘’Em ji hev qetiyan, êdî herkes li riya xwe’’ Qey me niyet heye em li vê derê xwe dîsa bavêjin behra kederê? Na na na na na. Eman eman eman eman koçerê, sola bîne ez rabim ez bilbenda xwe nadim, sola bîne ez rabim, ez delala xwe nadim, bilbendê bilbendê bilbendê..