Mamosteyên kurd jî têde 16 kes hatin girtin
Diyarname
Roja 3’yê mehê Hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamile Kandal û Mehmet Bogatekîn jî di nav de 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji wan 16 kes hatin tewqîfkirin.
Hevserok û endamên Goçîzderê 10’ê mehê derxistin ber Dozgeriya Komarê ya Stenbolê.
Kesên binçavkirî Makbule Altintaþ, Veysi Yildiz, Bilal Yildiz, Ýlyas Erdem, Halit Karahan, Zelal Coþkun, Þeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cihan Kartal, Ali Koçyigit, Ýskan Teker, Songul Kose, Ýrfan Hulaku, Kamile Kendal, Mehmet Bogakan, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Hiyasettin Cuheylan, Erhan Ors, Nurhayat Koçyigit, Mehmet Baran bi îdîaya “Emdamtiya rêxistinê” îfadeya wan hat gitin.
Ji van Pinar Konak, Suleyman Yildiz, Ýskan Teker, Ali Koçyigit, Þeref Kaya û Nurhayat Koçyigit bi þertê kontrola edlî hatin berdan û 16 kesên din hatin tewqîfkirin.
Ji kesên hatine girtin Bîlal Yildiz, Halit Karahan û Veysî (Rênas) Yildiz li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dersa kurdî didan. Li ser vê yekê Enstîtuyê bi ser hesabê xwe re peyama daxwaze berdana hevalên xwe kir. Enstîtuyê wisa got, “Mamosteyên me Bîlal Yildiz, Xalid Karahan û Veysî (Rênas) Yildiz 8 roj bûn binçavkirî bûn, îro derketin mehkemeyê û bi awayekî nehiqûqî biryara girtina wan hat dayîn. Ev biryar biryareke hiqûqî nîn e, bi temamî biryareke sîyasî ye. Em careke din dibêjin hevalên me derhal berdin.”
Nûçeya Eleqedar:
- Di nav binçavkiriyan de mamosteyên kurdî jî hene