Þermolayê vê carê “Êzîdî û Êzîdiyatî” girtiye dest
Diyarname
Kovara sê mehane ya bi kurdî û erebî Þermola ku li Rojava derdikeve hejmara xwe ya nû, hejmara 14’an derxist. Kovarê di vê hejmarê de dosyaya "Êzîdî û Êzîdiyatî" amade kiriye.
Kovara çandî wêjeyî û hunerî Þermola hejmara xwe ya bihara 2022’yan derxist. Kovarê di vê hejmarê de li ser "Êzîdî û Êzîdiyatî" dosya amade kiriye û agahiyên di vê mijarê de pêþkêþ kirine.
Di vê hejmarê de jî ji bilî dosyayê mijarên wekî analîzên hizrî, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî cih girtine.
Edîtorî bi ser navê “Êzîdî û Êzîdiyatî.. oleke yekxwedayî û pêkhateyeke resen e” nivîs belav kiriye û wekî din Menan bi nivîsa “Êzîdiyatî”, Beþîrê Mele Newaf bi “Ol û Wêje”, Fawaz Ayo bi “Êzîdiyên Sûriyeyê û Guhertinên Siyasî” di dosyayê de cih girtiye. Li aliyê di bi sernavê “Qewlê Çarþemê” jî nivîseke din di dosyayê de hatiye weþandin ku Þemo Qasim Dinanî ew kom kiriye.
Li aliyê din Þerîf Mihemed li ser “Sê Gundên Êzîdiyan li Cizîrê (Otelce, Ala Reþ, Þekeriyê) nivîsa xwe pêþkêþ kiriye. Di hevpeyvînên vê hejmarê de Aram Hesen ligel nivîskar Silêman Cafer axiviye.
Di vê hejmarê de nivîsên Abdullah Ocelan, Diyar Bohtî, Berzo Mehmûd, Þînda Ekrem, Hêvîdar Xalid, Roza Metîna hatine weþandin.
Salihê Heydo, Merwan Berekat, Abbas Abbas, Vejîna Kurd û Mufîde Koto bi çîrokên xwe, Ednan Dogan, Karîna Osêyan, Ednan Îbrahîm, Rûken Hisên, Ofê Reþîd û Aras Qasim jî bi helbestên xwe ked dane kovarê.