Pirtûkeke nû: ‘Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê’
Diyarname
Heta niha li ser êzîdîtî gelek pirtûk hatin nivîsandin, her yekê ji aliyê xwe ve li meseleyê nêrî. Niha yeka din li wan zêde bû. Pirtûka bi navê “Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê” ji aliyê Cevdet Tutku ve hatiye nivîsandin. Pirtûk ji Weþanxaneya Na derketiye.
Weþanxaneya Na ev demek e hinek pirtûkên li ser êzîdîtî wekî rêze pirtûk çap dike. Pirtûka nivîskar Tutku jî di vê rêzê de gihîþtiye xwendevanan. Pirtûk li ser sê mejarên sereke hatiye sazkirin. Di beþa yekem de berê xwe dide ser çanda Mezopotamyaya kevnare û li ser vê ҫanda kevnare a ku bandor li olên mezin (Cihû, Xiristiyan, Îslam) jî kiriye sekiniye. Di vî warî de nivîskar vê derdixe pêþ: “Ev olên mezin mîtolojî û bawerî ji ҫanda Mezopotamyayê ya kevn girtine. Elementên çanda Mezopotamyayê yên kevn di nav ola êzîdiyan de jî hene, wan wek olên mezin ji Mezopotamyayê negirtine, êzîdî parҫeyek ji wê çanda kevn bi xwe ne. Ew domdarê wê ҫanda kevn in.”
Ligel agahiyên kevnare, nivîskar di vê beþê de li ser Tawûsê Melek jî sekinîye. Ew pirsên wekî “Tawûsê Melek berê kî bû?” Çima bawermendên olên din Tawûsê Melek xirab nîþan didir?” dipirse û dikeve dû bersivên van pirsan û hin pirsên din.
Di beþa duyemîn de ew li ser malbata Mala Misto sekinîye, ew malbateke êzîdî bû ye, ku ji alî misilmanan ve hatine qirkirin.
Di beþa sêyemîn li ser Austen Henry Layard sekiniye. Nivîskar li ser vê babetê li bajarê Oldenburgê di konferensa sala 2019’an de gotarek pêþkêþ kiriye ku ev gotar xistiye vê pirtûkê jî. Li gor nivîskar ji bo dîroka êzîdiyan Layard ҫavkaniyeke mezin e û bi vê xwestiye xwendevan baþtir Layardî binasin.
Dr Eskerê Boyîk ku ji bo pirtûkê tiþtin nivîsine, dibêje: “Bi texmîna min ev lêkolînên ji aliyê nivîskar ve hatine kirin, ji bo lêkolînvanên pêþerojê karibin bibin bingeha zanyariya Êzdînasiyê ya xurt.”
- Rastiya Tawûsê Melek û çend rastiyên Êzdiyatiyê / Cevdet Tutku / Weþanên Na / Lêkolîn / 184 rûpel / 2022