Pirtûka ’Tuyê mêrê xwe çawa bikujî?’ nivîsî û bi rastî mêrê xwe kuþt
Diyarname
Ev ne henek e: Nivîskareke bi navê Nancy Crampton Brophy pirtûka bi navê “Tuyê mêrê xwe çawa bikujî?” nivîsandibû û niha derket holê ku bi rastî jî wê mêrê xwe kuþtiye.
Nancy Crampton Brophy nivîskareke amerîkî ye. Heta niha romanên bi sernavên wekî “Mêrê xirab”, “Di dil de dojeh” nivîsîbûn ku piranî jî mijarên balkêþ û hestiyar nivîsandine. Lê niha meseleyeke din derket holê: Nivîskar hat darizandin. Sedem jî îdîaya kuþtina mêrê xwe.
Di sala 2018’an de mêrê wê bi du guleyên li dilê wî ketî miribû û bi awayekî mirî li Dibistana Xwarinê ku wî li wir dersa dida hat dîtin. Bi îdîaya ku wê mêrê xwe kuþtiye ew hat girtin û niha jî hat darizandin. Ji rezbera 2018’an ve girtî ye.
Daniþîna darizandinê van rojan li dar ket û 8 saetan dom kir. Di dozê de ew di asta duyem de wekî sûcdar hat dîtin ku ev jî beramberî cezaya hepsê ya muebetê ye. 13”yê meha pêþiya me dê cezaya ku lê bê birîn bê eþkere kirin.
Ji kamerayên ewlehiyê nivîskar li Brophy li cihê bûyerê hatibû dîtin. Hat îdîakirin ku ji bo mîlyon û nîv dolar tazmînatê ji sîgortayê bigire mêrê xwe kuþtiye. Di daniþînê de çekê ku pê ew hatiye kutin jî hat pirsîn. Nivîskar Brophy got ku ji bo rastiya di romanên xwe de xurtir bike wê ev çekê windabûyî kirî ye.
Parêzerên Brophy gotin ku dê dozê bibin temyîzê.