Pasta bi Mona Lisa dan xwarin!
Diyarname
Leonardo Da Vinci wênesaz, endazyar, matematîkzan, peykertiraþ ê îtalî bû ku di navbera 1452-1519’an de jiya ye. Berhema wî ya herî navdar “Mona Lisa” ye. Ev Mona Lisa ya ku li Muzeya Louvre ya Parîsa Fransayê hat pêþkêþkirin, rastî êrîþa bi paste hat.
Di dema temaþekirina tabloyê de kesek pastaya di dest de bi ser tabloyê de firfirand, lê ji ber cam dabûn pêþ tabloyê, tiþtek bi tabloyê nehat. Camê li pêþ tabloyê di cih de paqij kirin. Ev dîmena çalakiyê li ser tora civakî gelek hat belavkirin.
Li aliyê din kesê ev çalakî kir dema derxistin derve got, “Li dinyayê bifikirin. Mirovên ku zirarê didin dinyayê hene.”
ÊRÎÞÊN DIN
Leonardo da Vinci di navbera salên 1503-1519’an de ev tablo çêkiriye. Ev bû çend caran êrîþê tabloyê dikin.
- Di sala 1950”î de bi asîta sulfîrik êrîþê tabloyê kiribûn.
- 1956'an de li Bolîvyayê xwendekarek kevir weþandibû tabloyê.
- Di sala 1974’an de li Tokyoya Jayonyayê jinek bi spreya sor êrîþ kiribû.
- Û di sala 2009’an de jî turîstek rus çay bi ser de rijandibû.