Çend galgalên dera hanê!
Umran Aran
Vî çendî dema ku ez tiþtekî dinivîsim ez elimîme behs bikim bê ka ew prosesa ber bi nivîsînê çawa geþe da û çi ne ew tiþtên ku nivîs han da. Belkî ev tebîet ji diya min derbasî min bûbe. Dema ku behsa tiþtekî dike, wî di nav çîroka wî ya giþtî de bi cih neke û wisa behs neke sebra wê nayê. Gelek caran ez ji vê yekê aciz dibûm, yan min ji wê re yan ji xwe re digot “de erê temam wer ser meselê”. Dûre ez li ber ketim ku ev awa behskirin, nîþaneya têgihîþtineke berfireh a derbarê cîhanê de ye, nîþaneyeke cîhanbîniyekê, awayekî pêhisîn, fikirîn û tecrûberkirinê ye ku ji çanda devkî tê û mestereya wê çîrçîrok in. Ew nikarin wekî “me” kurt û bir bipeyibin, ku wisa bipeyivin kêm his dikin, bawer dikin ku merema xwe baþ neaniye zimên. Ev cîhanbînî li ser diyalogên heqîqî ye, çav ne lê ye ku bi quretî gotina xwe daweþîne rûyê cîhanê, dixwaze bi heyran qurban wê li ber bixe. Lê her wiha têra xwe jinane ye jî, lewma mestereya wê çîrçîrok e. A rast belkî ji ber ku jinane ye ev têgihîþtin, çîrçîrok li cem me bi wan hatiye girêdan, ew bûne çîrçîrokbêjên þevên kin û dirêj.
Ez dîsa wekî çend carên din ji nivîsa esasî dûr ketim, ez bawer im ev jî dîsa taybetiyeke wê cîhanbîniyê ye. Ew cîhanbînî nikare yekser û bi serê xwe tiþtekî bibêje divê wî di nav konteksta wî ya berfireh de cih bike, ev jî dike ku gelek gotin bi mirovên vî zemanî yên mînîmalîst ên twîtnivîs zêde bên. Ez bi xwe ji tecûbeya xwe ya xwendinê re mînîmalîstekî wisa me, derbirînên zêde yên nivîskaran ku xwînerên xwe dixin þûna zarokan îmana min diçikîne. Ez bawer dikim ku ev diyalogê dikuje. Ji ber ku bi min ji bo ku nivîskar xwîner jî bipeyivîne divê carinan huþ bibe, her tiþtî rave neke û ta bi derziyê veneke. Lê belê belkî divê mirov gotinê û nivîsînê ji hev cuda bike. Min ji zû de ji devê kesî li çîrçîrokekê guhdar nekiriye, lê ku bikim belkî bixwazim heta ku karibe dirêj bike. Jixwe ji zû de ye dema ku keseke biemr dipeyive, baþ bala xwe didimê, bêtir ji bo kurmancî helbet.
Ka deqeyekê bisekinin ez ê qurtek av vexwim û dewam bikim…
Welhasil ez vê carê ji we re nabêjim ku min filan nivîsar dixwend, filan tiþtî bala min kiþand, filan tiþt qewimî. Lê ne ku ez tiþtekî ji we vediþêrim. Ez wekî Burhan Tek nakim, çû ew çîrok ji me re negot, gelo ew çi çîrok bû ku wî nivîsî “Ez vê çîrokê ji we re nabêjim”. Belkî wê çîrokê jiyana hinekan biguherta, belkî wê çîrokê edebiyata kurdî biguherta, belkî wê çîrokê ez biguhertama. Ma evên ku behsa perîkên pinpinîkan filan dikin tev çîrokan dibêjin qey! Ez carinan çîroknivîsan gelekî bêpaxav û xemsar dibînin, çima li van hemû ihtîmalan nafikirin, çi heqê wan heye li van hemû ihtîmalan nefikirin, ma ji xwedê natirsin li van hemû ihtîmalan nafikirin, lê ma ji bo çi, lê ma ji bo kê… na wele ez nehatime ji nav þer, lê þer di nava min de ye. Li vê derê maneya daçekan bi temamî diguhere, divê zimannas, gramernivîs û nivîskarên kurd baþ vê yekê li ber çavan bigirin. Îzafekirina daçekan maneya wan diguherîne; “di nav me de” û “di nava min de” ne heman “nav” in, “di bin çente de” û “di binê çente de” ne heman “bin” in. Bi tirkî bi dorê maneyên wan ev in: “aramizda, îçîmde, altinda, dîbînde”. Îcar radibin hemûyan îzafe dikin, nabe, nabe, nabe!!! Daçek qirmizî çizxîya min in, ez tu carî li ser wan qebûl nakim! (Daçek pirjimar qirmizî çizxî yekjimar e, hiþê min li hev ket, gelo divê wisa be hevok: Daçek qirmizî çizxîya min e. Heger peyvan “daçek”ê bi awayekî hatiba pirjimarkirin, bawer im ev pirsê nehata hiþê min. Ji ber ku bêpirs û sergêjî mirov dikare bibêje “Pêþiyên me, roniya çavên me ne!” Li gor vê yekê em daçekan pirjimar bikin “Daçekên me qirmizî çizxiya me ne.” Mesele baþ li cem min zelal nebû, lê wekî divê pirjimar be.)
Çîrokbêjekî hêlîna xwe di serê min de çêkiriye. Bela xwe bi min dide, mudaxeleyî gotin û nivîsîna min dike. Ez tam dikim tiþtekî cidî bibêjim, tê dibêje fîst û rengekî çîrokî dixe nav gotina min. Çendakî berê qaþo min dikira nivîseke lêkolînê/analîtîk jehr û ziqûm binivîsiya min dît tew wa ez behsa pîrka xwe dikim. Ma Þener Ozmen jî wer nake rehme! Çûye çîrokek bi formata meqaleyê nivîsîye. Yaw çîrok çîrok e, meqale meqale ye, ev hûn dawa çi li van sînoran dikin, ma qey welatê we tenê bi sînoran bûye neh deh parçe! Min çîrokek xwendibû ku tê de her mehelek bi sînorekî ji yên din hemûyan veqetandî bû û hemû þêniyan ji sînorên xwe pir hez dikir, ew bi gul û gulîlkan dixemilandin. Ê me ancaq kul û kulîlk… Înan Eroglu jî çûye têbînî yanî jêrenot kiriye çîrok! Ma ev têbînî ne ji bo wê bûn ku agahiyan bidin xwîneran, ma ne navbeynkar bûn, þêmûg bûn, ev çawa ew bi xwe bû fîksiyon, yeqîn Înanolo lo lo lo çav berdaye wî pirtûkxanevanê kor. (çaxriþimên muhtemel: Yeqîn H. û strana “Seyrana Seyranî me”)[1]
Min çi digot… Ha min got ev Kovan Baqî jî çav berdabû zilamekî ku navê kitêba wî navê lîstikekê bû û kitêba wî jî wekî wê lîstikê dihat xwendin; xwe ji beþekê hupî beþeke din dikir, ji wê jî yeka din, ji wê jî yeka din û vedigeriya yeka din,[2] herî dawî ez ne þaþ bim got ka bisekinin ez cixareya xwe pêxim. Em hîn li bendê ne ku pêxe! (Binêrin ez ne wekî wî me, piþtî qurta ava xwe min dewam kir, hûn heta hetayê li benda min neman!) Dagîrsand gelo? dagîrsandin! (Ez li vir dikenim)
Bikaranîna gotinên kêmpeyda, xerîb yan ji zarekî din (tevî ku berginda wê di kurmancî de heye û neçêkirî ye û malê gel ê sedsalan e)[3] taybetiyeke ergenan, nûgihîþtiyan e. Baþ tê bîra min gelek sal berê ev nexweþî li min jî peyda bûbû. Lê hemd ji Xwedê re min xwe jê xelas kir. Lê belê wer xuya dike ku hin nivîskarên me dê tu carî jê xelas nebin… Kî bîra xwe û belam, belam yaw belam, îja belam, merheba belam!!! Îmana min xisûsen ji vê gotina “belam” diçe.
Min çi digot ev Baqî, ev zilamê ku exlaq û fedî di edebiyatê de nehiþtiye, dihere lehengê xwe di malzarokê de bi cih dike, kitêbên xwe ji bo qehpikan dinivîse û nizanim çi û ne çi… Eviya ew lîstik xist kitêbeke xwe, lê belê rabû ev ji adetê derxist, qet nebe ewiyê din em ji derekê hup dikirin derekê, lê a soxî me zanîbû ka em li ku ne, lê eviyê han her tiþt tevlihev kir, ne xêzik man, ne malik…
Welhasil min twîtter ji bo demekê sekinandibû, bêhemdî min bi temamî hatiye girtin û nexwazim berî ku vê ziqûmê biqedînim ji nû ve hesabekî vekim. Ez ê çend twîtegotinan li vir bikim.
Xeyba Þener Ozmen romaneke ecêb e, divê qetiyen bê xwendin, van deman serê xwe pê re diêþînim. Baþ e ku edebiyata kurmancî Þener Ozmenek heye.
Mala rexnegir/nivîskar/romannivîsê me Lokman Polat ava be ku li ser gelek romanan nivîsiye, ez gelek zewqê ji nirxandinên wî distînim, carinan jê hîn dibim, carinan dimizicim, heta carinan bi hakehak dikenim. Ihtiyaca me bi projeyekê heye ku qet nebe kurtasiyên romanan bên amadekirin, da ku vekoler li gor naverokê ji bo armanca xwe wan hilbijêrin û bixwînin.
Ma mirov ji ber karakterekî romanekê þerm dike? Belê mirov þerm dike! Min bi xwe þerm kir. Di romana Firat Cewerî Marîa melekek bûyê de dema ku krîmonolog û romannivîsê navdar ê romanên dedektîfiyê ê swêdî Leif G.W. Persson, ji romannivîsê bi navê Firat Cewerî dipirse bê ka wî romana xwe bi kîjan zimanî nivîsiye, Ceweriyê karakterê romanê dibêje: “Bi zimanê qedexe!” Min wekî kurdekî ji ber wî karakterî, ji ber xwe þerm kir. Min ji ber vî ruhê mexdûr þerm kir! Mirov tiþtekî ecêb e, ne wisa, ji ber karakterên xeyalî jî þerm dike!
Ez ji Ferhadê Mihemed hinekî aciz im. Min kitêba Mehmed Uzun Tu bi serêþandineke mezin ji bo Îthakiyê redakte kiribû, hûn çapa dawî bixwînin, hûn ê ferqa wê ji çapên berê baþ bibînin. Selê heqê weþandina kitêbên Uzun stend, her du weþanxane li ser vê mijarê pevçûn hwd. Ferhad ji bo weþanên Selê kitêbên Uzun amade dikirin. Camêr telefûnî min kir got Îthakî dosyeya kitêbê nade me û li cem kesî jî tune ye, te serast kiriye, tu yê karibî ji min re biþînî. Ez hinekî dudilî bûm ka ez a redaktekirî biþînim yan na, ji ber ku ew bi keda min çêbûbû lê wê navê Ferhad li ser biketa. Neyse ez fikirîm, min got de bila xêra min bigihîje xwîneran, bila bi redaksiyoneke xweþik bixwînin, min jê re þand lê bi þertê ku nusxeyeke kitêbê ji min re biþîne. Va ye sal û nîvek çêbû hîn Ferhad kitêbê ji min re diþîne! Carek din ji bo Mirina Kalekî Rind dîsa telefûn kir, min jê re got kitêb nehat, camêr got min ji weþanxaneyê re gotiye. Ev e qîmeta ku em didin keda hev! Bêexlaqên weþanên Îthakiyê navê min wekî serastker li ser Mirina Kalekî Rind jî xistiye, çavê min pê neketiye, min serast nekiriye, ji þaþî û kêmaniyên wê ne berpirs im, bila haya raya giþtî jê hebe!
Van deman îja haîkû bûne mode, çi xaleyeke pîroz li dora wan çêdikin! Dilê min hebû li ser wan çend galgalan bikim, lê mirov ji cihekî pê ve ji hemû lîstikan dikerixe, bila bimîne careke din. Xweziya min bi dilê wan kesan ku tu carî ji lîstikan nakerixin…
Reklam: Herî dawî min polemîkek li ser kitêba Firat Cewerî Li Mala Mîr nivîsî û engaþt kir ku berevajî etîketa ser wê, kitêb ne roman e. Kerem bikin, ev lînka nivîsê ye:
http://jms.artuklu.edu.tr/tr/pub/issue/68912/1079177
http://jms.artuklu.edu.tr/tr/download/article-file/2275419
[1] Têbîniya vala. Ma þert e ku em her tim tiþtekî li têbiniyan bar bikin, bila ev jî vala be hema. Aha xwedê zane ev jî vala nema!
[2] Ferhad Pîrbal jî di çîrokeke xwe de tiþtekî nêzî vê kiribû.
[3] Li vir divê mirov diyar bike ku ji bo gotinên nûçêkirî, bi taybetî yên zanistî em dikarin yên soranî tercih bikin ku ji zû de cihê xwe girtine. Lê ji bo gotinên rojane ku kurmanciya wan jixwe heye, tercihkirina gotinên soranî bi tenê xwîneran ji xwendinê dûr dixin. Jixwe halê me û zimanê me li meydanê ye, divê em karê xwîneran zehmettir nekin.
**
Hin nivîsên Umran Aran ên ku berê di Diyarnameyê de derketine:
- Baþ dibe! Baþ dibû! Her ku diçû kurmancî þaþ dibû!
- Pirsgirêka Binavkirina “Dersên Hilbijêrkî”
- Umberto Eco û Remezan Alan yan jî çima Saturn bi ser neket?
- Stratejiyên Cihguhertinê û Hevokên Kompleks di Kurmancî de
- Partîsîp û Raweyên Neragihandinî di Kurmancî de
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com