Dengbêj Xalîde hat berdan
Diyarname
12’yê gulanê li Stenbol, Amed, Sêrt û Erzîncanê di heman demê de polîsan bi ser malan de girtibû û 25 kes girtibûn bin çavan. Di nav wan de Dengbêj Xalîde û xebatkara HDP’ê Munevver Îlgî jî hebûn.
Ji wê rojê de ew bin çavan de bûn. Îro derxistin ber dadger. Dengbêj Xalîde û Munevver Îlgîn jî di nav de bi þertên kontrola edlî 14 kes hatin berdan. Ji bo 10 kesan jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” þandin cem Dadgeha Sulh Ceza ya Edliyeya Stenbolê.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji Dengbêj Xalîde sedema beþdariya çalakiya HDP’ê, klamên ku gotine û tiþtên di tora civakî de belav kirine pirsî ne.
Nûçeya Eleqedar:
- Dengbêj Xalîde hat binçavkirin