Tarsus Îdmanyurdu bi penaltiyan Amed Spor têk bir
Diyarname
Di maça duyemîn a play-offê ya çarîk fînalê de Amedê li mala xwe Tarsus Îdmanyurdu kir mêvan. Maça yekemîn a li Mêrsînê bi 0-0 bi dawî bûbû maça li vir jî wisa bi dawî bû û maç derbasî dema zêdek bû. Di 30 deqîqeyên dema zêdek de jî encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bû.
Li Amedê maçeke xurt nehat lîstin, maçek bi endaze, wekî hev, maçek heyecan kêm hat lîstin. Di maçê de zêdetir gog bi lîstikvanên Amed Sporê re bû, wan zêdetir firsend bi dest xistin lê nekarî golek biavêjin. Her ku Tarsus Îdmanyûrdû bû bi atakên bilez dixwest xwe bigihîne encamê, carek du car firsend ket destê wan jî lê nekarîn vê firsendê veguherînin golê. Û maç xilas bû, derbasî penaltiyan bû.
Penaltiya pêþî ji Amed Sporê Bunyamîn, dûre ji Tarsusê Uygar penaltî veguhart golê. Li gor rêgezê 5 penaltî têne avêtin, di van pênc penaltiyan de jî encam neguherî û bikaranîna penaltiyan dom kir. Ji Amedê Mervan, Mehmet, Huyesîn, Okan û Kerem penaltiyên xwe veguhartin golê. Ji Tarsusê jî Sinan, ozguran, Hakan, Cengiz û Sefa penaltî veguhartin golê, encam bû 6-6. Di penaltiya 7’an de dora Amed Sporê bû û Kutay nekarî golê biavêje. Firsend ket destê Tarsusê. Û Yilmaz ê ji Tarsusê penaltî veguhart golê û bi 7-6 bi ser ket.
Bi vê encamê ji Koma Spî a Lîga 2’yemîn Tarsus Îdmanyûrdû derket nîv fînala play-offê. Di maça din a çarîk fînalê ya Koma Spî de Karacabey Birlikê Isparta bi 2-1 têk bir û derket nîv fînalê.
Di Koma Sor de jî Babyurt Gol û Bodrum Spor derketin nîv fînalê. Bi vî aweyî maçên çarîk fînalê temam bûn û di nîv fînalê de jî reqîb wisa derketin holê?
- Karacabey - Tarsus
- Bodrum - Bayburt
Maçên nîv fînalê yên play-offê 20’ê mehê têne lîstin. Du tîmên bi ser bikevin dê herin fînalê û di maça fînalê ku 29’ê mehê tê lîstin de tîma bi ser bikeve dê here Lîga 1’emîn a Tirkiyeyê. Amed Spor jî têde tîmên din dê sala bê dîsa di Lîga 2’yemîn de bilîzin.