Ligel zarokan pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî
Batman
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Mele Evdilayê Timoqî ji bo zarokan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji bo zarokan çîrok hatin gotin û palyaçoyê lîstik pêþkêþî zarokan kir. Zarokan di çalakiyê de bi hev re strana "Zimanê Kurdî" ya Aram Tîgran got.
Her wiha çalakiya ku têde pirtûkên boyaxê, lênûsk, pênûs û pêlîstok jî hatin belavkirin, bi gerandina govendê bi dawî bû.
***
Li ser ziman nûçeyên eleqedar ên van rojan:
- Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
- KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin
- Li 19 bajaran lêkolîneke li ser bikaranîna zimanê kurdî hat kirin
- Roja Ziman: Va ne bajar bi bajar çalakiyên ji bo ziman