Delîl Dîlanar piþtî 27 salan li Amedê konserek bêhempa da
Amed / Diyarname
Hunermendê navdar Delîl Dîlanar piþtî 27 salan li bakurê Kurdistanê konserta ewil li Amedê li dar xist. Dîlanar bi meyjeniyê, dengbêjiyê û stranên xweþ konsertek bêhempa pêþkêþî guhdar û temaþevanên xwe kir.
Bi rojan bû Delîl Dîlanar û muzîkjenên pê re amadekariyên konserê dikirin. Konser duh bi þev li Navenda Çand û Kongreyê ya Þaredariya Amedê hat lidarxistin. Bi sedan muzîkhez tev li konserê bûn. Her wiha mebûsê Amedê yê HDP’ê Îmam Taþçier, rêveberiya HDP’ên yên Amedê, Serokê Odeya Bazirganî û Pîþesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya, rêveberiya Amed Sporê jî beþdarî konserê bûn.
Piþtî 27 salan ku yekem car bû Dîlanar konserek li bakurê Kurdistanê da rastî eleqeyek mezin hat. Bi hatina Dîlanar a ser dikê re dengê çepikan û kêfxweþiya guhdar û temaþegeran li eywanê olan da. Dîlanar bi performansek jêhatî û serketî dest bi konserê kir û ewil strana “Ez xeyîdî me” dest bi strandinê kir.
“AMED CIHÊ BERXWEDANÊ YE”
Dîlanar axaftinek kurt kir û diyar kir ku bajarê Amedê ji bo hemû miletê kurd hem cihê berxwedanê ye û hem jî cihê serhildanê ye û wiha got: “Amed di dîroka têkoþîna miletê kurd de cihekî gelek girîng digire. Hem bi hestên xwe, hem bi nasnameya xwe ji ber ku Amed cihek ew qas qedîm e. Ew qas împarator ew qas kes hatine û çûne lê ev keleha Amedê her wekî xwe maye û miletê Amedê jî her wekî xwe maye. Ji ber vê li gorî felsefeya miletê kurd çiqas girîng e, me xwest yekem konserta me li vir be. Bi xêrhatina we hemûyan dikim. Tu luksek miletê kurd nîn e ji hev bixeyîde.”
BI MEYA EGÎDÊ CIMO ÞEV XWEÞ KIR
Dîlanar piþtî axaftina xwe stranên ji hev xweþtir strî. Delîl strana “Þerê Tarxan” jî strî û beriya bistrê li meyê da. Yek ji strana herî xweþ “Dewrêþê Evdî” ku di nava xelkê de rastî gelek eleqeyek mezin tê jî strî. Delîl Dîlanar dîsa li meyê da û diyar kir ku vê meya wî di sala 1996’an de mîrê bilûrê Egîdê Cimo ku di çileya 2019’an de koça dawî kir, diyarî wî kiriye.
AMEDSPORÊ FORMA DIYARÎ WÎ KIR
Di navbera konserê de Serokê Duyemîn ê Kuluba Amedsporê Cahît Akin û endama rêveberiya Kulubê Heval Þîmþek derketin ser dikê û formaya Amed Sporê ku li ser “21 Delîl Dîlanar” nivîsîbûn û stûmala Amedsporê diyarî wî kirin. Akin, hunermend Dîlanar vexwend maça duyemîn a play-offê ku Amedsporê 16’ê mehê di bilîze.
Dengê meyê û dengbêjiyê û stranên modern li eywana konserê olan dan. Konsera ku du saetan dom kir, di dawiyê de bi strandina stranên dîlanê re bi dawî bû.
Dîlanar dê îro li Mêrdînê û di 15’ê Gulanê li Rihayê û di 28’ê gulanê jî li Stenbolê konseran li dar bixe.
*
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com