• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Berhem

Ji nû ve ‘Evdalê Zeynikê’

Dîrok : 07 05 2022 | Beþ :

Berhem

Cemil Oguz

Pirtûka nivîskar Ahmet Aras a bi navê “Þaîrê Kurda yê Efsanewî Evdalê Zeynikê” li ser dengbêj Evdalê Zeynikê pirtûka bingehîn e ku heta niha hatiye çapkirin. Niha çapa wê ya sêyemîn ji Nûbiharê derket.

Nivîskar û lêkolîner Ahmet Aras di sala 1944’an de hatiye dinê. Wî çend pirtûkên li ser folklorê berhev kirine û çap kirine. Lê pirtûka ku herî zêde tê zanîn pirtûka li ser Evdalê Zeynikê ye. Arasî bi vê pirtûkê dengbêj Evdalê Zeynikê ji nû ve derxistiye ser dikê. Lê tiþtek din heye ku bi vê yekê navê Ahmet Aras bixwe jî li nava kurdan belav bûye. Çîroka nivîsandina pirtûkê diçe dor 60 sal berê.

DI 17 SALÎ DE DEST PÊ DIKE

Dema li Îzmîrê min bi Aras re xeber dabû*, wisa mesele anî bû ziman: “Di sala 1961'ê, yanê dema ez hê 17 saliya bûm, Evla Begê Silêman Begê (ku ji gundê Intabê Bado ye) qala Evdalê Zeynikê kir. Bala min kiþand û ez çûm min pêre xeber da. Ev bû bingeha vê pirtûkê. Paþê di sala 66'an ez carek din çûm min pêre xeber da.” 

Helbet wê demê rewþ wekî niha ne hêsan bû. Aras wisa didomîne: "Wê çaxê wekî niha rehetî tune bû. Kesî nediwêrî bi kurdî tiþtek bike. Ez gund bi gund digerim tiþtek li ser Evdal peyda bikim. Ez çûm gund, min got ‘ez dixwazim li ser Evdal lêkolînê bikim û bi kurdî çîroka Evdal binivîsim’, gundiyan got, 'Wa! Ma bi kurdî jî tê nivîsin? De here karê xwe!' Roja din bi neviyê biçûk ê Evdal re em çûn ser gora wî. Çi gor e, hema wisa cihek. Me girt cihê wî diyar kir, kevir danîn dor gorê.”

ÇAPA YEKEM 1996

Piþtî sal diçin, lêkolîn û berhevkirinên Ahmet Aras xurtir dibin, pirtûk jî ji bo çapê amade dibe. Û di sala 1996’an de yekem çapa pirtûkê ji Weþanxaneya Deng derdikeve.

Pirtûka li ber dest qala çîroka jiyana dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê dike. Her çiqas nikaribe sal û roja bûyîna Evdalê Zeynikê derxe holê jî diyar dike ku di salên 1800’an de Evdalê Zeynikê hatiye dinê û nîþanî xwendevanan dide ku Evdal di sala 1913’yan de miriye. Pirtûk nîþan dide ku dengbêjên din li ser rêça Evdal ev xeta dengbêjî domandine û Evdal tesîreke mezin li van dengbêjan, bi taybetî jî li dengbêjên Serhedê kiriye. Û bi agahiyên xwe, bi sala derketina xwe û bi tesîra xwe ya li ser xebatên li dû xwe, ev pirtûka li ber dest bûye klasîkeke kurdî.

DI ÇAPA NÛ DE KLAMÊN NÛ

Piþtî salan vê carê bi çapa xwe ya nû pirtûk ji Weþanxaneya Nûbiharê derdikeve. Dema Nûbihar di sala 2014’an de li cem xwe çapa pirtûkê ya yekemîn belav dike têde hinek lêzêdekirinan jî dike. Bi vê pirtûk baþtir dibe. Em dîsa guh didin Aras: “Lêkolînên min her dom kirin. Piþtî çapa yekemîn min hin klamên Evdal peyda kirin. Ji van yek li ser evîndariyê ye bi gotina kurê neviyê Evdal Hecî Mihyedîn, yek jî ji kilama ‘Dêrsim’ê, du beþ min di vê çapê de bi cih kirin. Xencî vana, min pênc hevpeyvîn jî li pirtûkê zêde kirin. Bi van hevpeyvînan ez bawer dikim xwendevanên me wê di derheqê jiyana Evdalê Zeynikê da zêdetir bibin xweyî zanîn.”

Di van deh salên dawî de eleqeya ji bo lêkolînên li ser Evdalê Zeynikê, her wiha eleqeya ji bo kurdî jî zêdetir bû. Loma jî li ser Evdalê Zeynikê pirtûkên nû derketin, û pirtûka heyî jî zêdetir hat xwendin û belav kirin. Vê yekê kir ku Nûbihar çapa duyemîn jî derxe û niha jî pirtûk bi çapa xwe ya sêyemîn li pêþberî xwendevanan e.

 

Nûçeyên Eleqedar:

- Abîdeya Evdalê Zeynikê hate çêkirin

- Aras: Evdalê Zeynikê lîrîzma klama kurdî temsîl dike

 

*** 

 

Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 


*
**

 


YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com              

  

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

02 07 2022

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî...

28 06 2022

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

27 06 2022

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta þanoyê derket

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta...

22 06 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname