Þahidên dîrokê di ‘Esmanê Sor’ de diaxivin
Diyarname
Pirtûka bi navê "Esmanê Sor, Þahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930” ji Weþanên Dozê derket. Pirtûka ku nivîskar Nihat Gultekîn amade kiriye komkujiya li Geliyê Zîlan û wî serdemê ronî dike.
Pirtûka niha li ber dest bûyereke bi êþ a di nav dîroka kurdan de ji nû ve tîne rojevê, zelal dike û digihîne serdema niha. Di tîrmeha 1930’yî de li newaleke Erdîþê, Erdîþa wanê ku wekî Geliyê Zîlan hatiye bihîstin û zanîn diqewime. Heta niha li ser vê bûyerê bi tirkî pirtûk derketine lê pirtûka li ber destê me bi kurdî ye û þahidên wê demê tîne pêþberî xwendevanan. Nivîskar Nihat Gultekîn salên xwe dane vê xebatê. Ew çûye li geliyê geriya ye, li gund û newalan, mirov dîtine, þahid peyda kirine, guh dane wan û tiþtên wan gotine û nîþan dane tomar kirine. Wî ev yek wekî belgefîlmekî belav kiribû û niha jî bi navê "Esmanê Sor, Þahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930” pirtûka wê belav kir.
LI SÊ ÇIQAN KOMKUJÎ
Li gor agahiyên di pirtûkê de sê çiqên geliyê ku komkujî lê çêbûye hene: Hecî Dêran, Hemoyan û Bekiran. Niha em guh didin amadekarê pirtûkê, “Her sê çiqan navê xwe ji eþîran girtine. Ev herêm cihekî gelek mezin e. Heke komkujiya ku di bûyera tîrmeha 1930’yî de çêbû neqewimîbûya dibe ku qet bala me nekiþanda. Me yê nizanibûya ev der di nexþeyê de li ku derê ye. Bi ya min ev dever û ev karesat ji bo kurdan û mirovahiyê jî divê zelatir bibe.”
‘AFGANÎ ANÎNE BI CIH KIRINE’
Ji pirtûkê em agahiyên “Ji 15 hezarî zêdetir kurd di vê bûyerê de hatine kuþtin, yên mayî jî hatine sirgûnkirin” dixwînin û dûre ev agahî tên pêþ çavan: “Gelek kurd çûn sirgûnê, xaniyên wan hatin þewitandin, gundên wan hatine valakirin, cihê komkujiyê jî ketina wir bo 20 salan hatiye qedexekirin. Gelek niþtecihên Geliyê Zîlanê kirine girtîgeha Edeneyê. Dest danîne ser axa wan û dane hinek kesên din ku wekî çewlik bikar bînin. Ji bilî vê hinek kesên ji welatê Afganistanê di axa Zîlanê de bi cih kirine. Di dîrok û mejiyê kurdan de ew dem û dewran êþeke bi bandor hiþtiye.”
Di pirtûkê de 15 hevpeyvîn hene ku 12 þahidên bûyerê axivîne. Berî pirtûk bê çapkirin ji þahidan Tahir Nas, Riza Sargut, Abdurrahman Gurbuz, Salih Polatcan û Vahyettin Îlçî dimirin û ew çapa pirtûkê nabînin. Agahiyên þahidan jî balkêþ in. Ji wan Tahir Nas dibêje, “Tiþtên hatine serê me bila neyên serê gurê har”, Ali Taþtan dibêje, “Niha jî Kundikê (qala gundekî dike) da hestiyên mirovan tijî ne”. Dîsa ji wan Abdulbakî Çelebî jî wisa dibêje, “Metreyekî bilindtir, metre û nîvekî qalimahîya hestiyan hebû.”
ARMANC: 'EM PÊVAJOYA DÎROKÎ JI BÎR NEKIN'
Nivîskar Nihat Gultekîn ku berî vê pirtûkê bi navê “Tahir Nas - Þahidekî Komkujiya Geliyê Zîlanê” (Weþanên Lîs, 2020) pirtûkek din amade kiribû li ser armanca vê pirtûkê wisa dibêje, “Di vê kitabê de armanca min ev e ku, bi gotinên þahidên li pey komkujiyê trajediya hatiye jiyîn wekî belgeyekê pêþkêþê xwendevanan bikim. Armanca min bi tenê ev e ku em vê pêvajoya dîrokî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”
NÎHAT GULTEKÎN KÎ YE?
Nivîskar Nîhat Gultekîn di sala 1971’ê de li gundê Girberanê yê bi ser Bazîda Agiriyê de hatiye dinê. Piþtî xwendinê di navbera salên 1989-1991’ê de li Bazîdê mamostetiya wekîlî kiriye. Wî li Bazîdê sê salan Serokatiya Komeleya Ehmedê Xanî kiriye. Bi xanima xwe Bahar Gultekîn û birayê xwe Mehmet Gultekîn re pêc salan li ser Salnameya Ehmedê Xanî (2008 – 2013) xebitiye û ew her sal çap kirine (Weþanên Belkî). Ji bilî van pirtûkên wî bi navê “Jiyaneke li pey zanyariyên kurdî kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl” (Weþanên Lîs, 2019) û “Tahir Nas - Þahidekî Komkujiya Geliyê Zîlanê” (Weþanên Lîs, 2020) derketine. “Esmanê Sor” ku niha derket pirtûka wî ya dawî ye. Ji bilî van, di hin kovar û rojnameyan de nivîsên wî hatine weþandin. Ew endamê PEN’a Kurd e.
- Esmanê Sor, Þahidên Komkujiya Geliyê Zîlan 1930 / Nîhat Gultekîn / Weþanên Doz / Dîrok-Lêkolîn / Adar 2022 / 236 rûpel