• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Berhem

Kurd di wergerê de jî li hev nakin

Dîrok : 03 05 2022 | Beþ :

Berhem

Cemil Oguz

Erê em dizanin kurd di warê siyasetê de li hev nakin, kurd di warê aborî de li hev nakin, di warê alfabeyê de jî heta radeyekê li hev nakin û di gelek warên din de jî. Lê me dît ku kurd di warê wergerê de jî li hev nakin. Mînaka herî berbiçav pirtûka “Mîrzayê Piçûk” e ku di sê zaravayên me de jî cuda hatiye wergerandin. Werin em lê binêrin.

Pêþî Mînaka Kurmancî a Mîrzayê Piçûk

Nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery pirtûka xwe ya bi navê "Le Petit Prince" (Mîrzayê Piçûk) di sala 1942’yan de nivîsandiye û yekem car di sala 1943’yan de li DYA)yê hatiye weþandin. Û piþtî du sala di sala 1945’an de li welatê xwe, li Fransayê hatiye weþandin. Ji wê rojê heta niha bi ser 30 zimanî re, ji bo gelek zimanan û her wiha ji bo bi sedan zaravayî hatiye wergerandin. Û helbet ji bo kurdî (kurmancî) jî. Bi qasî min xwe gihand, wergera pêþî ya ji bo kurdî ji aliyê Fawaz Husên ve di sala 1995’an de hatiye kirin û pirtûk li Stockholma Swêdê ji aliyê Weþanên Nûdemê ve hatiye çapkirin. Di sala 2011’ê de heman werger li Tirkiyeyê ji aliyê Weþanên Avestayê ve hat kirin. 

Pênc Wergerên Cuda

Heta niha li Bakur û li Tirkiyeyê pênc kesên cuda ev pirtûk ji bo kurdî (qesta me kurmancî ye) wergerandiye. Li Tirkiyeyê heta niha bi dehan kesî ev ji bo tirkî wergerandiye û hemûyan navê “Kuçuk Prens” lê kirine. Pirtûk ji aliyê dehan kesî ve ji bo îngilîzî jî hatiye amadekirin, wan jî heman nav wekî "The Little Prince" bikar aniye lê yê me kurdan navên cuda, tîpên cuda di nav de hatine bikaranîn.

Ji wan hinan navê “Mîrzayê Biçûk”, “Mîrzayê Piçûk” wekî terciha “B” û “P”, hinan wekî “Prensê Piçuk” ku li vir “U” bê kumik bikar aniye, wergerek din jî vê carê “ê” cuda kirine û gotine “Prens ê Piçuk” ku wan jî “û” ya "piçûk"ê bê kumik bikar aniye. Û wergera din jî bi navê “Þehzadeyê Biçûk” gihîþtiye ber destên xwendevanan.

Va ne di kurmancî de ew ên ku min karîn diyar bikin, ligel weþanxane û wergerên wan: 

- Prensê Piçuk / Weþanên Lîman / Werger Dagsu Sonmez, Þerikan Kara / 2020 Stenbol

- Prens ê Piçuk / Weþanên Sinirsiz Kîtap / Werger Celal Turpçu / 2015, Enqere

- Mîrzayê Piçûk / Weþanên Nûdem, Weþanên Avesta / Werger Fawaz Husên / 1995 Stockholm / 2011 Stenbol

- Mîrzayê Biçûk / Weþanên Aryen / Werger Salahaden Bayazedi / 2018, Stenbol

- Þehzadeyê Biçûk / Weþanên Leto / Werger Ahmet Yardak / 2015

Notek din li ser wergerand jî ev e ku pirtûka ji Aryen û Avestayê derketiye, diyar kirine ku raste rast ji fransizî hatiye fergerandin lê di yên din de negotine ji kîjan zimanî hatiye wergerandin.

Wergera Kirmanckî/Zazakî û Soranî

Ji bilî kurmancî ev pirtûk ji bo kirmanckî/zazakî û soranî jî hatiye wergerandin. Aso Ebdulla Hesenzade bi navê *Þazadey Çikole” di sala 2001’ê de pirtûk wergerandiye soranî. Bi qasî min xwe gihand di kirmanckî/zazakî de du werger hatine kirin. Asmêno Bêwayir bi namey “Þazadeo Qickek” di sala 2009’na de pirtûk wergerandiye zazakî. Seyîdxan Kurijî jî bi navê “Prenso Qij” pirtûk wergerandiye. Ev wergera Prenso Qij îsal ji Weþanxaneya Hîvda hat çapkirin. 

Bi van mînakan em dibînin ligel gelek warên din kurd di warê wergerê de jî li hev nakin, xwedî tercih û nêrînên cuda ne.

Antoine de SAINT-EXUPERY kî ye?

Nivîskar û pîlot Antoine de SAINT-EXUPÉRY li bajarê Lyonê di 29'ê pûþpera 1900'î de tê dinê. Dema dibe çarsalî bavê wî dimire. Di sala 1909'an de, malbata wî li bajarê Mansê bi cih dibe. Antoine diçe dibistanê û salên xwendin û zarokatiyê cîhekî taybetî di nav bîranînên wî de digirin. Di sala 1912'yan de, ew dibîne çawan balafirek bi asîmanan dikeve û xwe datîne. Gava pîlot dibîne ku ev zarok pir dixwaze li balafirê siwar bibe, wî digire cem xwe. Ev kêlî tesîrê li jiyana wî dike.

Ew di sala 1926’an de wekî pîlotê balafireke posteyê dike ku di navbera Toluouse û Dakar de karê serwîsa posteyê dike. Di 35 saliya xwe de balafirê wî dema xira dibe ji mecbûrî xwe li çola Tunusê datîne û winda dibe. Piþtî çar rojên zehmet ji aliyê bedewiyan ve tê dîtin. D idema Þerê Navxweyî yê Spanyayhe de ji bo rojnameyeke fransiz nûçegîhanî dike. Di dema Þerê Cîhanê yê Duyemîn de ji ber têkçûna Fransayê ji mecbûrî diçe DYA)yê. Li wir ev pirtûka wî tê çapkirin. Di 31’ê tîrmeha 1944’an de li balafira wî didin û balafir dikeve behra Marsilyayê. Ew dimire. Di sala 2000’î de masîgar parçeyên balafira wî dîtin.

Heta niha nêzî 10 pirtûkên wî (Yek jê sala 1956’an de derket) hatine çapkirin.

 

Nûçeyên eleqedar:
- Prenso Qij’ bi kirmanckî zî vecêno

- Pêþangeha 'Mîrzayê Piçûk' vebû

- Ji bo piçûk û mezinan: Mîrzayê Piçûk

- 

 

 

 

Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

***

 


YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com              

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

Ji bo zarokan seta Dilþayê derket

02 07 2022

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî çap bû

Lîstika Turrini ‘Dawiya Dawî’ bi kurdî...

28 06 2022

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket

27 06 2022

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta þanoyê derket

‘Komara Dînan’ vê carê wekî teksta...

22 06 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname