‘Rik’ li pêþberî çîrokhezan e
Diyarname
Pirtûkeke nû ya çîrokan xwe gihand ber destên çîrokhezan: Rik. “Rik” navê pirtûka çîrokan a Bahoz Baran e û ji Weþanxaneya Wardozê derketiye.
“Rik” çaremîn pirtûka çîrokan a Bahoz Baranî ye ku îsal ji Wardozê derket. Di Rikê de 9 çîrokên bi navê “Meqes”, “Xewn”, “Cezayê Ezraîlî”, “Hundir”, “Meraq û Mikuriyek”, “Du Rêwî”, “Kevirên Serhiþk”, “Rik” û “Daxwaza Dawî” cih digirin.
Di çîrokan de kêm þaþî hene, lê bi piranî çîrok ji aliyê honakê û ji aliyê vegotinê ve serketî ne. Carinan dengê “Meqes”ê berber ligel çîroka wî tê, carinan çîroka Riko ku dil ber dide Rindê, çîrokên cihêreng, belkî çîrokên nas, lê bi þiklek cuda, honakek herikbar xwe digihînin xwendevanan.
Ji çîroka "Meqes"ê çend rêz: "Dengê meqesê olan dida, padîþahê ku berê jî ew deng bihîstibû û li ber guhê wî wekî lorîyekê bû, aram bû, aþ bû, destê xwe bir ser birîna xwe, qalik girtibû, rehm ket zikê wî, deng li peywiran kir û Elî efû kir."
Bahoz Baran kî ye?
Bahoz Baran, di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bûye.
Baran Zanîngeha Dîcleyê Beþa Mamostetî xwediye, dûre li Zanîngeha Artûklûyê di beþa kurdî de lîsansa bilind temam kiriye. Wî di sala 2017an da tevî Mem Mukrîyanî û Mehpûs Serhedî “Weþanên Wardozê” ava kir û niha karê edîtorîya weþanxaneyê dike.
Pirtûkên wî yên derketine ev in:
- A baþ, Wardoz, Çîrok, çapa duyem, 2021
- Derb, Wardoz, Çîrok, çapa duyem, 2021
- Ferhenga Biþaftinê, Wardoz, Raman, 2017
- Motik, Wardoz, Meselok, 2017
- Rêzimana Kurmancî, Wardoz, 2018. Çapa Berfirehkirî
- Qîza Bavê Xwe, Wardoz, Çîrok, 2019
- Rêbera Rastnivîsînê, Tevî Komxebata Kurmancîyê, Weqfa Mezopotamyayê, 2019
- Rik, Wardoz, Çîrok, 2022
- Rik / Bahoz Baran / Weþanên Wardozê / Çîrok / 2022 /119 rûpel