Elmasê herî mezin ê dinyayê tê firotin
Diyarname
Elmasê sipî yê herî mezin ê dinyayê dê derkeve mezatê. Li bendê ne ku bi 30 mîlyon dolarî dest bi firotina wê bikin.
Elmas bi giraniya 228,31 kratî dawiya meha borî li Dubaî hat pêþkêþkirin û 11'ê meha gulanê jî dê li Cenevreyê bê firotin. Mezatxaneya Christie's elmasê derdixe mezatê û li bendê ne bi 30 mîlyon dolarî dest bi firotina wê bikin.
Berî Dubai li Taipei ya Taywanê, li New Yorka DYA'yê hatibsû pêþkêþ kirin û niha jî derbasî serdema firotina wê bûn. Elmasa ku bi navê "Zinar" dê derxin mezatê 20 sal berê li Afrîkaya Baþûr hatiye derxistin.
Mezatxaneya Christie's di sala 2017'an de elmaset bi 163,41 karatî derxistibû mezatê û bi 33,7 mîlyon dolarî firotibû.