Bi kurdî “Nexweþiyên Sereke” hîn bibin
Diyarname
Di qada kurdî de her ku diçe hejmara pirtûkên cur bi cur zêde dibin. Niha yeka din ku li ser tibê ye derket. Pirtûka Dr. Erdal Sîpan bi navê “Nexweþiyên Sereke” ji Weþanên Sîtavê derket.
Dr. Erdal Sîpan ku berê bi navê “Nexweþiyên Destpêkê” pirtûkek derxistibû vê carê pirtûka xwe ya nû bi navê “Nexweþiyên Sereke” pêþkêþî xwendevanan kir.
Di pirtûkê de danasîna hin nexweþiyhen ku di nav gel de pir têne zanîn hatiye kirin. Ji bo nasîna van nexweþiyan wêne hatine bikaranîn û bi kurdî hem navê nexweþiyê hatiye nivîsîn, hem ew hatiye ravekirin. Li aliyê din sedemên nexweþiyê, nîþaneyên wê û di tedawiya wê de xalên girîng hatine rêzkirin.
Dr. Sîpan li ser armanca vê pirtûkê wisa dibêje, "Armanca sereke naskirina nexweþiyan û xweparastin e. Ez hêvî û daxwazim dikim ku ev pirtûk di nava gel de hiþyariyekê derxîne holê û bibe sedema pêþîlêgirtina hin nexweþî û nebaþiyan.”
Di pirtûkê de 20 beþên cuda yên wekî hîpertansiyon, gowetar, reflu, kêmxwînî, prostat, kevirên ziravê, emel, bawesîr, jana zirav, penceþêr û yên din hene. Wêneyên ku ji bo nasandina nexweþiyan hatine bikaranîn jî ji aliyê Ercan Altuntaþ ve hatine çêkirin. Di dawiya pirtûkê de ji bo fêmkirina têgehan ferhengokek bi kurdî, tirkî û îngilîzî bi cih kiriye.
Dr. Erdal Sîpan kî ye?
Dr. Erdal Sîpan di sala 1985'an de li Gendelavaya Wanê hatiye dinê. Li Zanîngeha Tibê ya Egeyê Beþa Tibê xwendiye. Îhtîsasa xwe li Zanîngeha Dîcle li ser beþa hinavî kiriye. Dema li Îzmîrê bûye edîtoriya kovara Hinarê kiriye û di heman demê de di nav avakirina xebata Kurdî-Dera Îzmîrê de cih girtiye. Wî di nav xebata Ferhenga Têgeh û Bêjeyên Tenduristiyê de cih girtiye. Di kovar û rojnameyan de nivîsên wî derketine. Wekî pirtûka yekemîn bi navê "Alîkariya Destpêkê" pirtûka wî derketibû û niha pirtûka duyemîn derxist.
- Nexweþiyên Sereke / Dr. Erdal Sîpan / Weþanên Sîtav / Tenduristî / 136 rûpel / Adar 2022