Bêhna nêrgizan û rengekî xiyanetê
Luqman GULDIVÊ
Mirov çawa ji axa xwe qut dibe? Gelo mirov çawa ji xwe qut dibe? Terîfa wê zehmet e. Lê hin tiþt wisa gelekî hûrik in û carinan piþtî bi salan xwe tên û li gewriya te dipêçin.
Mirov çawa ji axa xwe qut dibe? Gelo mirov çawa ji xwe qut dibe? Terîfa wê zehmet e. Lê hin tiþt wisa gelekî hûrik in û carinan piþtî bi salan xwe tên û li gewriya te dipêçin. Niha li Kurdistan, nêrgiz li her derî hene. Li ser tebleyan û li ser sifrekên li ser mil û seriyan jî bi baqan tên firotin. Baq bi baq nêrgizên zer û spî û hûrik!
Li Almanyayê jî nêrgiz hene. Çend rojekî din wê zîl bidin û gelek bax û baxçeyan bixemilînin. Ji xwe ew nêrgizên îngilîzan ên mêzin wê rengekî bedew bidin bax û baxçeyan, kêlekên rêyan û parkên bajaran.
Gava ewilî bala min çûbû ser wan, mezinahiya wan bala min biribû ser xwe û hinekî jî ez ecêbmayî hiþtibûm. Tiþtek kêm bû: Li Almanya, Fransa û Îngilîstanê jî baqên nêrgizan ji sibatê û pê ve tên firotin. Helbet ne li ser tebleyan û ne jî li ser wan sifrekên piçûk. Li marketên mezin û piçûk ew tên firotin. Serê pêþî bê hemdê xwe min ew baqên nêrgizan dibirin ber bêhvila xwe û bêhna wan dikiþand hinavên xwe. Bêhna wan! Naxêr nebû.
Bêhna wan di bîra min de hebû. Bêhna nêrgizan bû. Li Nisêbînê, li Batmanê, li Midyadê… bêhna wan a nêrgizan bû. Parçeyek ji welatê min, parçeyek ji bîra min bêhna nêrgizan bû. Beriya çendekê li Helebçe bûm û min nêrgiz, çawa ku parçeyek ji welatê min bûn, dîsa dîtin. Li vegera li Silêmaniyê jî min têra xwe ew bêhn kirin. Welatê min li cihê xwe bû, tevî bêhna nêrgizan û tevahiya êþ û birînên xwe. Li Helebçeyê jî li Hewramanê jî, li devera ku Rojhilat û Baþûrê welatê min bi sînor, pasdar û kevirên sînor ji hev hatine qutkirin.
Hê jî nêrgiz zûzûka serê xwe ditewînin. Jixwe meyla wan e serîtewandin, lê hema ku ji koka xwe hatin qutkirin, ew serê xwe bêhtir ditewînin.
Wekî gelek kurdên serþorbûyî yên ji welatê min: Ji koka xwe bûn serî li mirov ditewîne. Lê li welatê min bi xwe jî mirov serþor bûne, ji koka xwe hatine qutkirin. Li Hewlêrê, li Dihokê, li Silêmaniyê, li Helebçe, li Hewramanê, bi xiyanetê xelk ji koka xwe qut bûye.
Ez behsa xiyaneteke hemasetwarî nakim. Xiyaneteke li xelkê hatiye kirin, xelk ji koka wê qut kiriye. Hem ser þor bûye û hem jî ketiye ber bayê biharê: “Ez ji bo dayika xwe mame, ne wa bûya, ez kêliyekê jî li vir nedimam.” Fehd 25 salî ye. Wekî bira û cîranên xwe çav li çûna Ewropayê ye. Dibêje, ne nas û ne xizm, ji ciwanan kesî wî nemaye. Ew jî tenê ji bo dayika xwe maye. Ne karekî wekî edetê, ne azadiyeke wekî edet, û ne jî aramiyeke wekî edetê.
Ne ku derfet nîn in. Dana Gas xwe li ser rezervên gazê daniye, PDK´ê xwe li ser rezervên petrolê pahn kiriye. Yên ji wir dixwin du malbat û ew kes in ku li dora du partiyên wan herdu malbatan kurtêlxwur in û þelafiyê dikin. Her kesê din divê li hêviyê be ku Bexda mûçeyan biþîne.
Xizaniyeke ku siyaseta du malbatan li ser xelkê ferz dike, gendeliyeke nedîtî… Ha ez ji wê re dibêjim, xiyanet. Lewma wê kir ku nifþê nû ji axa xwe qut bibe, bikeve ber bê.
Lê nêrgiz li ser axa xwe bêhnxweþ in. Bêhna wan heye, bêhna wan! Hê jî wisa ne. Mirov ne tenê ji ber þêr û dagirkeriyê ji axa xwe qut dibe, bi wê xiyaneta li jor min behsa wê kir jî mirov ji axa xwe qut dibe. ..
27.02.2022, Yenî Ozgun Polîtîka