Pêþangeha 'Mîrzayê Piçûk' vebû
Diyarname
Pirtûkê nivîskarê fransiz Antoine de Saint-Exupery ê bi navê "Le Petit Prince" (Mîrzayê Piçûk) ku li dinyayê navdar e niha pêþangeheke li ser pirtûk hat vekirin. Di pêþangehê de destxetên nivîskar, xêzên nivîskar jî cih digirin ku ev yekem car e li welatê wî ev di pêþangehê de têne pêþkêþ kirin.
Li gor nûçeya Reutersê destxetên "Mîrzayê Piçûk" ku di sala 1942'yan de nivîsandiye aîdê Muze û PirtûkXaneya Morgan a li New Yorkê ne. Niha ji bo pêþangehê birinê Fransayê. Pêþangeh li Parîsê vebû.
Pirtûk di sala 1943'yan de li DYA'yê hatibû weþandin. Piþtî wê di sala 1946'an de li Fransayê çap bû. Ji wê demê ve heta niha ji bo 498 ziman û zaravayan hatiye wergerandin. Dîsa heta bi ser 200 mîlyon hebî de hatiye firotin. Niha pêþangeheke li ser pirtûk hat vekirin.
Pêþangeh li Parîsa Fransayê hat vekirin. Di pêþangehê de amûrên aîdê nivîskar ên wekî deqtîlo, pênûs û tiþtên wisa, dîsa destxetên nivîskar hatine bi cih kirin. Ligel van çapên bi zimanên cur bi cur ên pirtûk jî hatine pêþkêþ kirin.
Li gor Reutersê kurotara Muzeya Hunerên Dekoratîf a Parîsê Anne Monier Vanryb wisa gotiye, "Tiþtek balkêþ e mirov dibîne Saint-Exupery çawa derdê xwe aniye ziman. Ew wekî nivîskarekî û wekî pîlotek tê zanîn lê em li vê derê wî wekî îllustratekî jî dinasin."
Her wiha wê wisa gotiye, "Di Þerê Cîhanê yê 2'yem^ni de di rewþek tarî de wî Mîrzayê Piçûk nivîsandiye lê, em pirtûkê bi humanîzm û hêviyê dibînin."
**
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com