Þikefta Qeþayê ya Bazîdê
Melîk AYKOÇ
Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîroka me û wêjeya me ye, ew her wiha xwediyê gelek xweþikî û pêkhatinên xwezayê ye jî.
Bazîd ne tenê nav û dengek ji kûrahiya dîroka me û wêjeya me ye, ew her wiha xwediyê gelek xweþikî û pêkhatinên xwezayê ye jî.
Dibe ku vê taybetiya wê jî stûna wêjeya me Ehmedê Xanî vexwendibe ser axa xwe. Çiyayê Agirî û mîtolojiya mirovahiyê, Çala Meteorîtê û nifira “Topa xwedê li te keto!” Hespê Gola Sîtilan, Qesra Îshak Paþa, rêya dîrokî ya hevirmêþê, rêya Xaldiyan û Þikefta Qeþayê. Bêguman zozanên bê ser û bin, avên bijûn, germikên êþa bawiyan û tendûristiyê jî, xeml û xweþikahiya heremê ye. Ji bilindahiyên wê deng û awazên dengbêjiya bi nav û dengê Evdalê Zeynikê razê jiyaneke çîrokî li giyana mirovan bar dike. Û li benda xwediyê xwe ye. Em îro jî li wê xakê hinekî bi mijara “Þikefta Qeþayê” dakevin.
Ev þikefta qeþayê bi qasê 3 km li bakurrojhilatê gundê Xelacê, li berpalê Agiriya Piçûk e. Pê derê wê wekî daketineke tektonîk xuya dike, Piþtî erd 10 metre daketiye ev þikeft jî derketiye rûyê erdê. Bes lêkolîneke zanistî li ser nehatiye kirin. Ji wê, baþ nayê zanîn, ka ev jî bi lêdana meteorîtê derketiye, yan jî piþtî erdhejekê wek daketineke tektonîk pêk hatiye. Ji ber ku li hawirdor çîyayên volkanîk tunêlên lavayê hene, gelek caran xweber daketin jî pêk tê. Lê hin pisporên ew çalahiya devê þikeftê vekirine, dîtine, vê jî wek lêdana meteorîtê destnîþan dikin. Ev bi qasê 8 ta 9 km li bakurrojavayê Çala Meteorîtê ye. Ji wê, dibe ku parçeyê meteorîtê jî li vir dabe.
Anegorî agahiyên berdest, ev þikeft 10 metre di bin axê de ye. Bi qasî 100 metreyan dirêj e, 50 metreyan fireh e û 8 metreyan jî bilind e. Heger mirov kevir û zinarên bazalt û lava yên di hundir û paþiya þikeftê de jê derxe, dibe ku di dawiya wê de tunêlên lavayê derkevin. Anegorî daneyan, ew û Çala Meteorîtê li ser heman tunêla lavayê ne. Heger li ser were xebitandin û dawiya wê were vekirin, dibe ku tunêla lava ya bi kîlometreyan jî derkeve holê. Pispor bawer dikin ku li her aliyên Çiyayê Agiriya Mezin jî ev tunêlên lavayê hene, bes, nehatine kolan, yan jî li wir daketinên tektonîk pêknehatine, lema cihên wan nayê zanîn.
Havînan dema her der germ dibe, aveke zelal a di bin zinarên Agiriya Piçûk re tê, dadiwerive ser wan zinarên di þikeftê de, hewa sar a ji kurahiya þikeftê û ji hin qelîþtekên paþiya þikeftê tê, wê ava li ser zinaran dicemidîne û dike qeþa. Di bingehê xwe de hewaya ji kûrahiya tunêlên lavayê tên, gaz in, zirarê dide zindiyan, lê ew hewa û ba bayekî bijûn e, ne hewaya gaz û rêbaya kîmyewî ye ku zirarê bide. Bi hatin û di nava þikeftê de gerîna wê rêbayê, hundir sar dike, dike weke sarincê. Yanê pergala sarkirina wê wisa didome. Zivistanan jî hundirê þikeftê ji der pir pir germtir e. Gundî havînan qatix û tiþtên divê sar werin girtin tînin datînin vira. Yanê erkê qeþaxaneya gund wergirtiye.
Havînan taybetiyeke din a vê þikefta bi raz heye. Dema tîrêjên rojê yên di nava zinaran re li av û qeþa þikeftê dide, wêneyên gelek taybet diteyîsîne. Mirov wer zen dike ku kulîlkên qeþayê yan jî çisnek çivîkên taybet li vir niþtine. Heta li der û dorê yên ji vanan re “ferîþteyên þikefta qeþayê” dibêjin jî hene. Ev taybetiya wê jî, mirovan heyranî xwe dike, û diheyirîne jî, ji wê, her sal bi sedan, heta carnan jî bi hezaran kes tên ziyareta vê þikeftê.
Bi salan e. gundîyên Xelacê bi tevê gundên derûdor û rayedarên herêmê ji bo çêkirin û asfalkirina rêya wê serî li saziyên dewleta dagirker didin. Di hemû rojnameyên wan de jî ev nûçe û giringîya tûrîzmê hatin weþandin, lê rêya wê hê jî çênekirine. Gundiyan bi xwe ji xaçerêya hetanî nêzîkê Þikefta Qeþayê, hin kevir hilçinîne, wekî þiverêyekê, yan jî ji bo navgînên bejahiyê vekirine. Tev de ew e.
Dema mirov xwediyê welatê xwe nebe, dagirker berhemên heyî jî dirûxînin, di bin bendavan de dihêlin, lê rê û derfetên tûrîzmê venakin.
Hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweþiyê de. Her wiha xwe ji belaya serdemê biparêzin.
20.01.2022, Yenî Ozgur Polîtîka