Îro: Agahiyên li ser dersa kurdî
Diyarname
Li dibistanan ji bo hilbijartina dersa kurdî 3 roj man. Îro agahiyên ku derketine pêþ me dan hev:
QOSER
Li Qosera Mêrdînê ji bo hilbijartina dersa kurdî li hin dibistanan form nedan malbatan. Li hin dibistanan jî formên ku îdareyê bi xwe îþaret kirine hatin belavkirin. Egîtîm-Sena Mêrdînê eþkere kir ku li Dibistana Navîn a Suleyman Demîrel û Dibistana Navîn a Îstîklalê form li malbatan nehatine belavkirin û ji dêvla wan ve wan bixwe form dagirtine.
Li aliyê din li Dibistana Navîn a Cumhuriyetê jî îdareyê bi xwe form dagirtine û li malbatan belav kirine. Egîtîm-Sena Mêrdînê got ku ev yek sûc û ewê dozê vekin.
ÞIRNEX
Li Þirnexê endamên KESK'a Þirnexê, endamên Egîtîm-Sena Þirnexê û endamên ÎHD'ya Þirnexê û Baroya Þirnexê bi hev re ji bo hilbijartina dersa kurdî broþur bealv kirin.
AYDIN
Li bajarê Aydina Tirkiyeyê li hin dibistanan beþa kurdî ji nav forman derxistin. Mebûsê HDP'ê yê Kocaeli Omer Faruk Gergerlioglu got ku li navçeya Efeler a Aydinê li hin dibistanan kurdî ji beþa dersên hilbijartî derxistine û berê xwendevaan dane dersên din. Gergerlioglu mesele bir ber Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê.
TORA ZIMAN
Tora Ziman û Çanda Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û bang li malbatan kir ku dersa kurdî hilbijêrin. Torê ku ev encama berxwedan û têkoþîna demekê ye, mafekî rewa ye û got; "Çawa ku me ji bo çêbûna þert û mercên dersên hilbijartî me xebata xwe kir û ji bo çêbûna þertên perwerdehiya bi kurdî em xebata xwe didomînin, em ji bo serlêdana dersên hilbijartî jî bixebitin û serî li dersên hilbijartî bidin."
PAK: PANKARTÊN ME QEDEXE KIRIN
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku wan xwestiye li Yenîþehîr û Kayapinara Amedê ji bo dersa hilbijartîn pankartan daleqînin lê kayûmên van her du þaredariyan destûr nedaye.
HEWLDAN DIDOMIN
Li aliyê din li bajarên din xebatên ji bo hiþyarkirina ji bo hilbijartina dersên kurdî didomin. Heta 21'ê mehê dem heye ku malbat dikarin dersan hilbijêrin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Saziyên sivîl ên li Ewropayê banga hilbijartina dersa kurdî kirin
- Parêzerên li Stenbolê banga kurdî kirin
- 6 baroyan jî ji bo kurdî bang kir
- Berdevka HDP'ê Gunay bang kir: Dersa kurdî hilbijêrin
- Li ser 'Dersa hilbijartî ya kurdî' sê agahiyên nû
- Mamoste Nado: Bi lezgînî gere em dersên kurdî hilbijêrin
**
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com