Festîvala Kurtefîlman: Kîjan kurtefîlm zêde hatiye temaþekirin?
Diyarname
Temaþekirin û dengdana kurtefîlmên mîhrîcanê didome. Heta niha kîjan kurtefîlm herî zêde hatiye temaþekirin? Kîjan zêde deng girtine?
1'emîn Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî par hatibû dest pê kirin, ji bo festîvalê kurtefîlmên herî zêde yek deqîqeyî dihatin xwestin û festîval bi dawî bû. Ji 47 kurtefîlmên ji bo amadekarên festîvalê hatine þandin 16 kurtefîlm hatin neqandin. Niha ew 16 kurtefîlm têne nîþandayîn. 10'ê mehê dest bi nîþandayîna fîlman hat kirin û heta 10'ê meha pêþiya me dê bêne nîþandayîn.
JI SER MALPERÊ RE TÊNE TEMAÞEKIRIN
Kurtefîlm bi ser malpera “sinemayakurdi.net" re têne nîþandayîn. Kesên temaþe dikin di heman demê de deng didin kurtefîlman û di encamê de sê kurtefîlmên herî zêde deng girtine bêne xelatkirin. Hefteya nîþandayîna kurtefîlman temam bû. Di vê hefteyê de herî zêde kîjan kurtefîlm hatin nîþandayîn? Kîjan kurtefîlm herî zêde deng girt? Va ye encam:
NIHA 'QWX' LI PÊÞ E
Heta niha herî zêde kurtefîlmê "QWX" (Derhêner Nurullah Akcan) hatiye temaþekirin: 2897 caran. Dûre "Êdî Bêyî Tirs" (Derhêner Ridwan Diharo) tê ku 2187 caran hatiye temaþekirin. Dûre "Dem û Dewran" (Derhêner Resûl bafeyî) tê: 1970 car. Di rêza çarem de "Zar" tê ku 1674 car hatiye temaþekirin. Û rêza pêncan bi 1368 carî "Hiþê Zarok" tê.
Li aliyê din dengdan jî hatiye kirin û herî zêde "QWX"ê deng girtine: 497 den. Dûre "Hiþê Zarok" bi 470 dengan tê.
"Êdî Bêyî Tirs" bi 452 dengan tê û "Dem û Dewran" jî bi 449 dengan di rêza çaremîn de ye. Û "(ne) Ji Welak" bi 420 dengî ketiye rêza pêncan. Hê sê hefte hene û hem temaþekirin, hem dengdan didome. Bi vê nûçeyê em carek din bala temaþevanan bikiþînin ser kurtefîlman û temaþekirina wan.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin