10 mîlyar carî derbas kir
Diyarname
Vîdyoyek bi navê Baby Shark heye di Youtube de. Ev vîdyo di sala 2020'î de wekî vîdyoya herî zêde hatiye temaþekirin derket pêþ. Niha hejmara temaþekirina vê vîdyoyê 10 mîlyar carî derbas kir û rekor þikand.
"Baby Shark" bi stran û vîdeoya xwe bûye fenomen, loma jî bi 10 mîlyar car temaþekirinê ketiye nava dîroka Youtube.
Vîdyo ji aliyê kompaniya Pinkfong ve ku kompaniyeke ji Koreya Baþûr e hatiye amadekirin û yekem car di sala 2016'an de bar kiriye. Dema derket li Asyayê navdar bû û paþê li dinyayê belav bû.
Çend agahiyên din:
- Ji Baby Shark rêzefîlm hat kiþandin û rêzefîlm di Nickelodeon TV de hat weþandin, bi vê re ev vîdyo li DYA'yê hat nasîn.
- Ji ber ku strana wê hêsan e zû tê jiberkirin, ji ber vîdyoyê wê bi kêf pir tê teqlîdkirin.
- Tîma beyzbolê ya Washington Nationals li stadê ev stran got û bi vê dans kir. loma jî ev stran û dans li DYA'yê navdar bû.
- Piþtî stran ket nava lîsteya Bilboard 40'î di rêzefîlmê Ted Lasso yê di Apple TV de wekî parodî hat bikaranîn.
- CEO'yê DYA'yê yê kompaniya Pinkfongê Bin Jeong dibêje ku ew ne li bendê bûn ev klîb ew qas belav bibe.
- Di sala 2016'an de dema li Youtube hat barkirin, maweya wê deqeyek û 21 saniye bû. Amadekar ne li benda navdariyeke wisa bûn.
- Di sala 2020'de li dinyayê bûbû vîdyoyê herî zêde lê hatiye temaþekirin.
- Nivîskarê gotinên stranên Jonathan Wrigth îdîa kiribû ku telîfa gotinan di destê wî de ye û di sala 2019'an de doz li kompaniya Pinkfongê vekiribû.
Va ye ew stran û vîdyo: