Ji nav dîrokeke 'Þikestî'
Diyarname
Romana bi navê "Þikestî" romana nivîskar Receb Dildar e ku ji Weþanxaneya Dara derketiye. Nivîskar xwendevanan dibe sedsala 20'î, dibe Herêma Xerzan...
Nivîskar Receb Dildar piþtî çîrok, helbest û wergerê ev duyemîn romana wî ye ku derdikeve. Dildar, berî vê "Leqat" (2018) derxistibû.
Romana "Þikestî" payîza 2021'ê de derketiye. Nivîskar berê xwendevanan dide Deþta Biþêriyê: "Deþta Biþêriyê, di meha nîsanê de, xwe wek bûkeke li ser hepsê dixemilîne. Gava, bayekî sivik dilive, ceh û genim hêdî hêdî pêl didin. Di nav zeviyan de, kulîlkên reng bi reng, bi þînahiya ceh û genim re dikevin nava govendeke bêhempa. Temaþekirina wî dîmenî, hemû derd û kulên dinyayê dide jibîrkirin." Erê dîmen ev e, lê bûyer her wiha xweþ naçe. Bûyerên bi êþ hene di romanê de. Bûyera êþa gelê wê derê, çîroka Emînê Perîxanê, kuþtina însanan, qîrîna Dêra Qîre, êþa Deþta Biþiriyê jî bilind dibe.
Romana ku çapa wê ya yekemîn di rezbera (îlon) 2021'ê de ji Weþanxaneya Dara derketiye, ji 235 rûpelan pêk tê.
Receb Dildar kî ye?
Nivîskar Receb Dildar di sala 1958'an de li Amedê hatiye dinê. Li Kirþehîrê dibistana mamostetî xwendiye. Li Amedê bi qasî þeþ salan mamostetî kiriye û paþê ji ber fikrên xwe hatiye girtin, çar salan li Zindana Amedê girtî maye.
Pirtûkên wî ev in:
- Kewê Canê, 2003, Helbest
- Þikefta Xwekuþtinê, 2008, Çîrok
- Li dû xezalekê, 2012, Çîrok
- Kitana spî, 2015, Çîrok
- Dojek, 2019, Çîrok
- Leqat, 2018, Roman
- Þikestî, 2021, Roman
- Dewran, Sayit Alp, Werger Receb Dildar, 2005
- Madonnaya Bi Mantoyê Kurk, Sabahattin Ali, Werger Receb Dildar, 2019
- Þikestî / Receb Dildar / Dara / Roman /235 rûpel / Rezber 2021