Hejmara kesên binçavkirî 12 hezarî derbas kir
Diyarname
Li Kazakistanê hefteya borî çalakî li dar ketin, di encamê de hikumetê îstîfa kir lê dûre hêzên ewlehiyê berê xwe da çalakgeran û ew girtin bin çavan. Hat ragihandin ku îro hejmara kesên hatine binçavkirin gihîþtiye 12 hezar kesî.
Li bajarê mezin ê Kazakistanê li Almatiyê bi sedema "sazkirina bêhizûriya giþtî û êrîþên li hemberî hêzên ewlehiyê" bi ser 300'î re lêpirsîn hatin dest pê kirin.
Ji serê salê ve li Kazakistanê li hemberî zema li ser petrol û gaza xwezayî çalakî hatin li dar xistin. Zem hatin betalkirin, bi ser re rêberê berê Nursultan Nazarbayev ji Serokatiya Konseya Ewlehiya Neteweyî hat qewirandin. Nazarbayev ev 30 sal bûn ligel Serokdewletî, ev rêveberî jî di bin destê wî de bû ku welat ji wir tê bi rê ve birin.
Piþtî van yekan û piþtî Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf leþker di bin navê "Hêzên Aþtiyê" de þandin welat, bûyer sekinîn. Û lêpirsînan dest pê kir. Heta niha bi sedan lêpirsîn hatin vekirin û hejmara kesên di vê çarçoveyê de hatine binçavkirin gihîþt 12 hezar kesî.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Welatên Sovyeta berê leþkeran diþînin Kazakistanê
- Ji ber protestoyên zemê hikumetê îstîfa kir