Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin
Diyarname
1'emîn Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî ber bi dawî ve diçe. Vê mehê kurtefîlmên hatine þandin dê derkevin pêþberî juriya gel.
Malpera sinemayakurdî.net û Tor Filmê par festîval da dest pê kirin û ji bo balê bikiþîne ser ziman mijara bingehîn "Zimanê Kurdî" diyar kiribû. Deriyên festîvalê ji bo fîlmên herî zêde 1 deqe ne û bi kurdî ne vekirî bû. Li gor bernameyê ji fîlmên hatine dê yekemîn, duyemîn û sêyemîn bêne xelat kirin. Di dawiya salê de maweya festîvalê temam bû û niha jî ber bi encamê ve diçe. Li gor agahiyan yek ji berpirsên festîvalê Ferat Kevir da, bi temamî 47 fîlmên yek deqîqeyî hatine þandin û wan ji nav 16 kurtefîlm neqandine. Ev 16 kurtefîlm roja 10'ê vê mehê li ser malpera “sinemayakurdi.net” dê belav bikin û bidin dengdanê.. Temaþevan dê belaþ li wan temaþe bikin û deng bidin. Kurtefîlmên bi ser bikevin dê bêne xelatkirin.
Ferat Kevir dibêje "Dewletên serdest nehiþtine kurdî bikeve bibistan û zanîngehan" û wisa didomîne, "Li kolanan jî bikaranîna zimanê kurdî qedexe bû. Kurdî kirine zimanê malê. Di van salên dawî de jî bi kreþ, tv û medya civakî dixwazin bi biþaftina zexmtir kurdî ji malan jî derxin. Bi hezaran mînak hene. Zimanekî di dewrên qedîm de wekî zimanê kurdî êþ nekiþandiye. Hebin jî ez nizanim. Me xwest em van serpêhatiyan bikin dîmen û belav bikin.”
Li gor gotina Ferat Kevir di sala 2022'yan de jî dê festîval li dar bikeve û niha de hin sponsor dîtine.
Fîlmên Festîvala Yekemîn di navbera 10'ê rêbendanê heta 10'ê reþemiyê bêne nîþandayîn û dê temaþevan deng bidin. 3 fîlmên bi ser bikevin her yek bi 500 Euroyî dê bêne xelatkirin.
Fîlmên ku hatine neqandin ev in:
Filmên ji bo festîvalê hatine neqandin ev in:
- Hiþê Zarok / Firat Yavuz
- Reþê / Felat Diljîn
- Sms / Zanyar Mihemmedînko
- Xwekuþtin /Huseyîn Denlî
- Vegera Giyan / Bêrîvan Karatorak
- (Ne) Li Welat / Adar Taþ
- Zar / Delîl Remedan
- Zanîngeha Rojava / Ridvan Diharo
- Dema Niha / Ali Cikkan
- Kîme Ez / Yildirim Aslan
- Nîne / Hoþîn Îssa
- QWX / Nurullah Akcan
- Tercûme / Omer Faruk Baran
- Dem û Dewran / Resûl Bafeyî
- Li Mal / Xelîl Akgul
- Teriya Kûçik / Zelda Sarya
Navnîþana malperê ev e:
https://sinemayakurdi.net/