'Dilop'eke nû niqutî
Diyarname
Kovara Dilopê ku du mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya rêbendan-reþemiyê li pêþberî xwendevanan e. Kovarê li ser "Bîra Bindestan" dosye amade kiriye.
Kovara bi kurdî û tirkî ya çand, huner û polîtîkayê Dilop bi hejmara xwe ya 24'an li pêþberî xwendevanên xwe ye.
Niviskar Welat Esen par di Pêþbaziya Helbestê ya Arjen Arî de bi ser ketibû ku ew bi xwe girtî ye. Kovarê ligel wî hevpeyvînek kiriye. Esen dibêje, "Weke min kevinekî dîwar kêm danîbe". Ji hevpeyvînên din Rojda Kizgin jî ligel kordînatora projeya "Amed/Sûr: Rêwîtiyeke Bîrê" Dilan Kaya axivî. Kaya dibêje, "Wekî ku çîrokek min a kevn temam bûbe."
Ji nivîsên bi kurdî Îbrahîm Gênç li ser Kamûran Alî Bedirxan bi sernavê "Mîrek li Pasîrê: Kamûran Alî Bedirxan" nivîseke portreyî nivîsiye. Mela Mihyedîn jî bi sernavê "Di helbesta kurdî de çay û cixare" nivîsa xwe pêþkêþ kiriye.
Kovarê dosyaya xwe ya vê hejmarê li ser "Bîra Bindestan" ava kiriye ku sernavê "Em çawa bînin bîra xwe, em çawa bibîr bînin?" bikar aniye.
Di bin moderatoriya Reþo Ronî de akademîsyen û nivîskar Adnan Çelik, akademîsyen-sosyal psîkolog Duzgun Ugur û nivîskar Ozgur Amed li ser meseleyê axivîne.
Mijarên wekî têgeheke polîtîk bîranîn/bibîranîn, piþtperdeya kiryarê nîþan nade, mînakên ji dinyayê, piþtî çareseriyên polîtîk pratîkên bibîranînê di dosyayê de hatine nîqaþkirin.
Her wiha di vê hejmarê de Recep Maraþli, Bariþ Avþar, Gulfer Akkaya, Ahmet Erhan, Hatice Yildiz, Mihail Þolohov, Hazal Kar, Gulnaz Karatay, Ozgur Çirak, Dr. Omer Uluçay, Remzi Aydin, Elif Eser, Sevgi Yilmaz bi nivîsên xwe, Fewzî Bîlge, Yagmur Atsiz, Mem Al û Reyhan Sarhan bi helbestên xwe cih girtine.
Ji bo tekilî û xwestinê:
Telefon: 0543 488 69 96
E-mail: dilopdergisi@gmail.com
Malper: kovaradilop.net
***
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com