Ji ber protestoyên zemê hikumetê îstîfa kir
Diyarname
Na, em qala Tirkiyeyê nakin, mesele li ser Kazanistanê ye. Li Kazakistanê zem li buhayên LPG'ê kirin. Li ser vê yekê gel daket kolanan û zem protesto kirin. Protesto li gelek bajarên welat li dar ket û çalakgeran xwest hikumet îstîfa bike. Li ser vê yekê hikumeta ku Serokweziriya wê Askar Mamin dikir îstîfa kir. Serokomarê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev îstîfaya hikumetê qebûl kir û ji bo Wekîliya Serokwezîr cîgerê serokwezîrê îstîfakirî Alihan Smailov peywirdar kir.
Li aliyê din piþtî gel daket kolanan hikumetê li bajarê Almati û li eyaleta Mangistau rewþa awarte ragihandibû lê dîsa gel daketibû kolanan. Polîsan bi gaz û bombeyên deng êrîþê çalakgeran kiribûn jî wan dest ji çalakiyên xwe bernedabûn.
Hikumetê buhayê LPG'ê ji 60 Tengeyî derxistibû 120 Tengeyî. Çalakger dijî vê derketibûn.
Li Tirkiyeyê di 4 mehên dawî de sedî sed benzîn-mazot buha bûne, heta niha tu çalakî li dar neketine.