Yek ji metnên kevin 'Nameya Serencamê' derket
Diyarname
Pirtûkek li ser metnên kevn niha li ber destan e ku bi sernavê "Nameya Serencamê yan Kelama Xezîneyê, Yek ji metnên kevin ên Yarsanan (Ehlê Heq)" hatiye weþandin. Pirtûka ku lêkolîn û þiroveya Dr. Sidîq Sefîzade (Borekeyî) ye, ji aliyê Muhsîn Ozdemîr û Sabîr Ebdulahîzad ve ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Baweriya Yarsanî û Ehlê Heq ji kok de piþta xwe dide zerdeþtiyê, di nav demê de li cihên cur bi cur her li gor xwe hatiye nirxandin û þirovekirin. Loma navên cuda lê tê kirin. Niha pirtûka li ber dest îdîa dike ku ev pirtûk di warê vê baweriyê de kêm guherbar e, loma jî bingehîn e. Li ser vê wisa hatiye gotin, "Kitêba Serencamê ji bo kurdên elewî ku baweriya wan ji zerdeþtiyê hatiye roja îroyîn hatiye, çavkaniyeke bêhempa ye. Ev bawerî beriya Þah Îsmaîlê ku di sal^ne 1500'î de li wê erdnîgariya ku kurdên elewî îro lê dijîn ango ji Bexdayê heta Meraþê lê bûyî desthilatdar hebû. Ev bawerî û teþeya jiyana wê di Serencamê de bi awayekî zelal tê vegotin. Lê mirov nikare bibêje ku bandora dîn û baweriyên din li ser vê baweriyê çênebûye."
Pirtûk dibêje ku baweriya elewîtî li Kurdistanê di nav nifûseke berfireh de heye û van lê zêde dike: "Li derveyî erdnîgariya Kurdistanê, li Xorasanê û herêma sirgûnê Cîhanbeylî û Heymanayê û li Rojhilat li Kirmanþanê kurdên elewî yên Yarsan-Ehle Heq dijîn. Herêma bakurê Dêrsimê û hemû rojava û rojavayê bakurê wir kurdên elewî ne, ev qad; ji Dîlokê heya Zarayê wek xetekê dirêj dibe. Çand, jiyan û baweriya van deveran hema hema yek bi yek mîna hev in."
Pirtûka li ber dest bingeha xwe ji "Serencam" a ku ji aliyê Siltan Îshaq ve hatiye nivîsîn digire. Li gor pirtûkê "Serencam" a Îshaq 200 rûpel bû û wî di sedsala 14'an de bi zaravayê hewramî nivîsandiye; ji helbestan pêktê.
'Nameya Serencamê' a Dr. Sidîq Sefîzade (Borekeyî) niha bi werger û amadekariya Muhsîn Ozdemîr û Sabir Ebdulahîzad ji Weþanên Sîtavê derket û di vî warî de bersiva pirsên li ser vê baweriyê dide.
- Nameya Serencamê / Dr. Sidîq Sefîzade (Borekeyî) / Werger Muhsîn Ozdemîr, Sabir Ebdulahîzad / Weþanên Sîtav / 663 Rûpel / Rêbendan 2021