Xwarina dibistanê
Amed TÎGRÎS
Xwedîkirin û lênêrîna zarokan ji zikê dê dest pê dike, li mal û heta serdema dibistanê dom dike. Ez ê di vê nivîsa xwe de bi tenê li ser xwarin û xwedîkirina zarokan a li pêþdibistan û dibistanê rawestim.
Di pêvajoya dibistanê de xwedîkirin û lênêrîna zarokan hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hiþ ve gelekî girîng e. Kêmxwarinî, xwarina bêvîtamînî, bêbakutî û ya bêplanî bandoreke mezin li laþ saxî û geþebûna laþ û jiyana zarokan dike. Li gorî zanîn û telesiyên (tecrûbeyên) bijîþk û hekîman zarok divê kêmasî rojê sê çar xwarineke bi vîtamîn, bi bakût û xurt bixwin ku bijûndar, bejndar, mezin û dilþad bibin. Zarok weke þitleke dara fêkiyê ye. Dema mirov þitlê diçîne av bide, xweþik dora wê bikole, zibil û derman bidê, ew bejn dide, gulî û þax vedike, pelên keskeþîn û kulîlkan vedike. Di demeke nêzîk de berhem dide. Lê dema ku mirov lê nenêre, av û zibil nedê û dora wê nekole, yan hiþk dibe yan jî bûcirkî, çilmisî, xwar û hejar dibe û bêber dibe.
Li Ewropayê mamoste, bijîþk û dêûbav bi vê feraseta têgehîþtî di dawiya salên 1800’î þûn ve, li ser xwarina dibistanê rawestiyane û gelek gotar nivîsîne, lêkolîn kirine û mijarê gotûbêj kirine. Bi taybetî li Skandînavyayê di salên 1900’î de bizavên (tevgerên) gelêrî yên ku hêza xwe ji bîrûbaweriya sosyaldemokrasiyê girtine, li ser vê mijara civakî serê xwe êþandine û xwêdana xwe malaþtine. Di salên 1930’î þûn ve mamoste, pedagog û siyasetmedar li ser mijarê lêkolînê xwe hûr û kûr kirine û li alternatîvên çareseriyê geriyane. Bi lêkolînan gihîþtine encamên zanistî yên tibî û psîkolojîk ku zarokên birçî bi hêsayî nikarin guhdariya dersê bikin, hewes û performasyona wan a xebatê kêm dibin. Ser û zîkê wan diêþin û nikarin konsantre bibin.
Li gelek welatên Ewropayê pêþî dêr û xaça sor li dibistanan xwarin belav kirine. Piþtî demekê êdî her komun (þaredarî) li dibistanan dest bi dayîna xwarinê kirine. Pêþî kêþmekêþî û bêserûberî derketine holê û pêþ wan. Dûvre her welat di tarîxên cuda de, li parlamentoyên xwe lêçûna xwarinê spartine þaredariyan. Wek nimûne li Swêdê di sala 1969’an de lêçûnên xwarinên li dibistanê kirine xaleke mufredata perwerdeyê û bûye fermî. Ji zarokxanê heta dawiya lîsê zarok li dibistanan xwarin dixwin. Lêçûna xwarina dibistanan xaleke girîng a perwerdê ye. Her sal her dibistan li gorî hejmara þagirdên xwe ji þaredariya xwe pere digire. Li her dibistanê xwarinxaneyek (mitfaxek) heye û çend xwarinpêj lê kar dikin. Ji pola yekem heta pola dawî bi dorê her roj þagird li xwarinxaneya dibistana xwe bêpere firavînê dixwin. Ji bo zarokên misilman û vejeteryan jî xwarinên taybet çêdikin. Wek nimûne menûya heftane ya dibistaneka swêdî ya sala 2012’an wiha ye:
Duþem: Mirîþk, birinc û tirþik, þîr, ava fêkî
Sêþem: Goþtê sorkirî, kartolên kelandî, mastê bi hinguv û ava fêkî
Çarþem: Makarna, kutlikên bi sos, þîr û ava fêkî
Pêncþem: Pasteya bi jambon, seleta penîr a nîskan, þîr û ava fêkî, kartol, þorba bi sebze, nanê genim, pasta cigerê, þîr û ava fêkî
Niha ji Japonya heta Ewropa û Amerîkayê zarok li dibistanên xwe xwarinê dixwin. Xwarina dibistanê ji xalan xaleke girîng a mifredatê ya perwerdeyê ye. Divê neyê jibîrkirin ku xwarina dibistanê ne bi tenê ji bo tenduristiyê ye. Her wiha ji bo hînkirin û perwerdeya xwarin û jiyaneke bi plan e jî. Zarok li dibistanê fêrî serûberiya tenduristiyê û hînî demîna adanê dibe ( hînî adeta çawaniya xwarinê dibe). Heta dawiya jiyana xwe di vî warî de dibin xwedî çandeke bi serûber, pêþketî û zanistî. Ev jî jîyana mirov bi awayekî saxlem û bênexweþî dirêj dike.
Mixabin li welatê me û li gelek welatên kolonî û paþvemayî hîn îro jî li dibistanan bernameyeke xwarinê tune. Piraniya zarokan ji sibê heta berêvarê li dibistanê bi zikê nêz û birçî di bin þîdetê de perwerdeyê dibînin. Helbet zarokên ku di bin van mercan de mezin bibin nabin xwedî jiyaneke laþsaxlemî û temendirêj. Di xwendin û perwerdeyê de jî nabin kesên pêþketî û serkeftî. Her wiha zarokên malbatên xizan û belengaz hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê hizirî ve seqet û temenqut dibin. Zarokên malbatên dewlemend xwedî derfetên gelek berfireh in. Mêzîn û hevsenga navbera zarokên van herdu çînan her diçe xerabtir û berfirehtir dibe. Li dewletên teokratîk û paþvemayî baca ku ji gel tê girtin û komkirin mixabin ne ji bo perwerde û hîndekariyeke zanistî û xizmetên civakî, ji bo þer, lêçûnên çekên giran û nûjen, xerabî û gendeliyê bi kar tînin.
Pêwîst e ku di pêþerojê de bizavên me yên gelêrî û þaredariyên me mijara xwarina þagird û xwendekaran ji zarokxanan heta lîseyê bigirin nav bername û projeyên xwe û di pratîkê de pêk bînin.