Li Þîlî çepgirekî 35 salî ji bo serokdewletî hat hilbijartin
Diyarname
Li Þîlî ji bo serokdewletî dora diduyan a hilbijartinê li dar ket û di encamê de berendamê çepgir Gabriel Boric hat hilbijartin. Boric 35 salî ye û bi vê yekê bû serokdewletê herî ciwan ê welat ku hatiye hilbijartin.
Li gor encamên hatine belavkirin Boric sedî 55.87 deng girtine û hatiye hilbijartin. Berendamên din Jose Antonio Kast ku xwedî fikrên rastgirî bû sedî 44.13 deng girt.
Serokdewletê Þîlî Boric ê ku hat hilbijartin ji ser twittira xwe re wisa nivîsî: "Em yekîtî ne. Em hêvî ne. Dema em li cem hev bin em hê zêdetir in. Em didomînin."
Berendamê winda kirî Kast li ser serketina Boric wisa got, "Ew hemû hurmetê heq dike, baþ bi ser ket. Gelek þîliyiyan bi wî bawer kir û ez hêvî dikim ew dê hikumetekî baþ ava bike."
Boric jî wisa gotiye: "Ezê bibim kesê ku xwedî li demokrasî derdikeve, wê naxe nava talûkeyê, ji pir axaftin wêdetir pir guhdarî dike, ezê bibim kesê ku li rêyên yekîtiyê digere, pêdiviya gel tîne cih, li hemberî îmtîyazan têdikoþe û ezê bibim ew serok ku her roj qelîteya jiyana malbatê bilindtir dike."