Serokdewletê Çînê: Olê li Çînîbûnê bînin
Diyarname
Serokdewletê Çînê Þî Cînpîng di Konferansa Xebata Karên Olî de axivî û got: Baweriyên li welat li Çînê bînin û ji bo lihevkirina civakî bi awayekî bi bandor bikar bînin.
Di axaftina xwe de li ser "çînîkirina olê" gotiye ku derdorên olî ji bo bêne teþwîqkirin, girêdana wan a bi çand û neteweya Çînê ve xurtir bibe ew vê peyvê bikar tîne. Di heman demê de gotiye ku baweriyên olî divê bi girêdana wan ligel Partiya Komunîst û sosyalîzma li gor Çînê ve bê girêdan û xurtkirin. Þî Cînpîng ji bo kadroyên partiya xwe jî gotiye ku divê girîngiya baweriya olî bê fêmkirin û ev yek lê zêde kiriye: "Gere em piþtgirî bidin teoriyên ola sosyalîst a li gor taybetiyên Çînê û em wê pêþ bixin. Ji bo ol bibe ola li gor çînê gere em girseya berfireh a olî li derdora partî û hikumetê bicivînin, em têkiliyeke bi bandor û saxlem ligel olê saz bikin."