2021: Di nav 'Fotografên Herî Serketî yên Dîrokê' de fotoyê Nemrûdê jî heye
Diyarname
Xelatên "Fotografên Herî Serketî yên Cihên Dîrokî" hatin belav kirin. Armanc ew e ku ji çar aliyên dinyayê balê bikiþînin ser cihên dîrokî û çendî û kiþifkirina wan deran.
Di pêþbaziyê de fotografkêþ Steve Liddiard bi ser ket. Liddiard fotografê Lembeya Behrê ya Whitefordê ku li giraveya Gower a Gallerê ye kiþandibû û bi vê fotografê bû yekemîn. Liddard dibêje: "Ev lembeya behrê ji aliyê John Bowen ve hatiye dîzaynkirin û di sala 1865'an de hatiye çêkirin. Ji bo cihên av lê zêde ne kûr e nîþan bide hatiye çêkirin."
Di pêþbaziyê de jurî li orjînalî, kompozîsyon û aliyên serketî yê teknîka fotograf, ligel wan li çîroka piþtperdeya fotoyê û bandora wê ya dîrokî dinêre, li gor wê biryarê dide.
FOTOYÊ NEMRÛDÊ XELAT GIRT
Li aliyê din fotografkêþê kurd Mehmet Masum Suer li Nemrûdê fotografê Bermahiyên Kraliyeta Kommagene kiþandibû û bi vê fotoyê xelat negirt lê karî bikeve nava lîsteya kurt a pêþbaziyê ku di nava bi hezaran foto de ev bi xwe jî serketinek e.
Ji BBC Tirkî hatiye girtin
Fotografkêþ Steve Liddiard bi vî fotoyî bi ser ket.
Fotoyê Mehmet Masum Suer karî bikeve nava lîsteya kurt a pêþbaziyê...
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 2021: Fotografên salê, yek jê ji Duhokê ye
- 2021: The Timesê 10 pirtûkên salê hilbijartin
- 2021: Neteweyên Yekbûyî hejmara jinên ku hatine kuþtin eþkere kir