Don Kîxot vê carê li Rihayê bi kurdî axivî
Diyarname
Lîstika þanoyê ya Þanoya Bajêr a Amedê "Don Kîxot" bi organîzeya Komîsyona Zimanê Zikmakî ya Baroya Rihayê li Rihayê hate lîstin. Temaþevanan eleqeyeke baþ nîþanî lîstikê da.
Þanoya Bajêr a Amedê berhema Miguel de Cervantes a bi navê "Don Kîxot" bi wergera Dilawer Zeraq û derhêneriya Ferhad Feqe derxistibûn ser dikê. Lîstika ku Ozcan Ateþ, Þahabettin Dag, Berfîn Emektar, Dicle Guneþ Yavuz, Ozkan Þeker û Þîlan Alagoz têde dilîzin de vê carê li Rihayê hat lîstin. Lîstik li Salona Konferansê ya Tahir Elçî a Baroya Rihayê derket pêþberî temaþevanan. Mebûsa HDP'ê ya Rihayê Ayþe Surucu û gelek parêzer di nav temaþevanan de bûn. Temaþevanan eleqeyeke mezin nîþanî lîstikê da.
Piþtî bidawîbûna lîstikê lîstikvan Ozcan Ateþ sipasiya temaþevanan kir. Ji ber îro roja kuþtina Serokê Baroya amedê yê berê Tahir Elçî bû, Ateþ ew bibîr anî û got ku heta edalet li ser vê axê bibe serdest dê têkoþîna wan bidome.