Festîvala Sûc û Cezayê deriyên xwe vekirin
Diyarname
Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê bi merasimek dest pê kir. Heta 2'yê meha pêþiya me fîlmên li ser hiqûqê dê li pêþ temaþevanan bin.
Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê ji aliyê Beþa Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê ve ji sala 2011'an ve tê lidar xistin. Festîval îsal 11'emîn car li dar ket. Ji bo destpêkirina festîvala îsal li Mala Çandê ya Nazim Hîkmet a Þaredaiya Þîþliya Stenbolê merasimek li dar ket. Di merasima ku Pýnar Altug Atacan û Hakan Bilgin pêþkêþvaniya wê kirin de xelatên rûmetê û kedê hatin belavkirin.
'EM DIJÎ ÞÎDETA LI SER JINAN IN'
Serokê Festîvalê Prof. Dr. Adem Sozuer axaftina destpêkê kir. Sozuer di axaftina xwe de bal kiþand ser þîdeta li ser jinan ku merasim jî rastî "Roja Têkoþîna Dijî Þîdeta Li Ser Jinan a Navneteweyî" hat û got: "Em hemû bi hev re ji þîdeta li ser jinan re na dibêjin."
Dîrektora Festîvalê Bengî Semercî li ser naveroka festîvalê sekinî û diyar kir ku ji ber ku îsal ew dê bikaribin fîlman di salonan de nîþan bidin ew kêfxweþ in.
XELATÊN RÛMET Û KEDÊ
Di þevê de Xelata Rûmetê dan derhênera afganî Sahraa Karimi. Karimi di axaftina xwe de got, "Jinên afgan jinên herî jîr ên dinyayê ne. Em ne ji bo ku bibin jinên ji rêzê ji bo em bibin xwedî nasnameya xwe em têdikoþin. Talîban ditirse rastî jinên xurt ên afgan bê. Ji kerema xwe piþtgirî nedin Talîbanê."
Xelata Keda ji bo Sînemayê dan Hulya Uçansu ku wê bi salan di bin banê ÎKSV'ê de ked da Festîvala Stenbolê. Xelata Rûmetê dan derhêner Reîs Çelîk û
Xelata Rûmetê ya Akademîk jî dan Sargun Ali Tont.
Festîval dike ku bi zimanê huner û zanistê, li ser mafê mirovan û azadiyan di çarçoveya edaletê de fîlman pêþkêþ bike. Îsal jî di vê çarçoveyê de fîlmên metrajdirêj û kurtefîlm hilbijartin.
PÊÞBAZIYÊN FESTÎVALÊ
Di festîvalê de di warê "Pêþbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Navneteweyî Xelata Teraziya Zêrîn", "Pêþbaziya Kurtefîlmên Navneteweyî Xelata Teraziya Zêrîn", "Pêþbaziya Fîlmên Xwendekaran" û "Tezariya Edaletê" de xelat têne belavkirin. Di dawiya festîvalê de fîlmên di van beþan de bi ser ketine dê bêne xelatkirin. Li aliyê din bernameyeke bi navê "Bernameya Hiqûq û Edaleta Cezayê ya Naventeweyî" û "Rojên Endustriyê ya VisionIST" li dar dikeve.
Festîvalê îsal wekî mijara bingehîn "Edaleta Hawirê" hilbijartiye. Fîlmên ku di çarçoveya "Pêþbaziya Fîlmên Metrajdirêj ên Navneteweyî Xelata Teraziya Zêrîn" de bêne nîþandayîn ev in:
FÎLMÊN LI DÛ TEZARIYA ZÊRÎN
- 107 ANNE -107 MOTHERS (Komara Çek, Komara Slovak, Ukrayna 2021), Derhêner Peter Kerekes
- ALÝ’NÝN TABÝÂTI-ALÝ’S NATURE (Tirkiye, 2020), Derhêner Levent Çetin
- AVRUPA-EUROPA (Irak, Kuweyt, Îtalya 2021), Derhêner Haider Rashid
- BEMBEYAZ-PURE WHITE (Tirkiye, 2021), Derhêner Necip Çaghan Ozdemir
- BEYAZ ÝNEK ÝÇÝN BALAD -GHASÝDEYEH GAVE SEFÝD (Îran, Fransa, 2020), Derhêner Behtash Sanaeeha, Maryam Moghaddam
- DENGE- A BALANCE (Japonya, 2020), Derhêner Yujiro Harumoto
- KIZ KARDEÞLÝK-SESTRÝ (Makedonyaya Bakur, Kosova, Monteregro, 2021) Derhêner Dina Duma
- LÝNGUÝ, KUTSAL BAGLAR- LINGUI, THE SACRED BONDS (Çad, Fransa, Almanya, Belçîka, 2021), Derhêner Mahamat-Saleh Haroun
- SÝVÝL VATANDAÞ - LA CÝVÝL (Meksîka, Belçîka, Romanya, 2021), Derhêner Teodora Ana Mihai
- YARAMAZ ÇOCUKLAR -LES ENFANTS TERRIBLES (Fransa, Almanya, Tirkiye, 2021), Derhêner Ahmet Necdet Çupur
***
Nûçeyê Eleqedar:
- Li ser navê jinên afgan xelatê didin Sahra Karimi
- Juriya Festîvala Sûc û Cezayê diyar bû