Serokwezîriya wê tenê 7 saetan dom kir
Diyarname
Li Swêdê siyasetmedar Magdalena Andersson wekî yekem serokwezîra jin a Swedê vê serê sibê hat hilbijartin lê serokatiya wê tenê 7 saetan dom kir. Andersson vê êvarê îstîfa kir.
Serê sibê Parlemena Swêdê ji bo hikumeta nû û serokwezîriya Magdalena Andersson dengdan saz kir û Andersson bû serokwezîra welat.
Andersson seroka Partiya Sosyal Demokratan e û wan koalîsyon saz kiribû. Piþtî vê yekê li parlemenê butçeya salê ku partiyên rastgir amade kiribûn li meclisê hat qebûlkirin. Li ser vê yekê Partiya Keskan nerazîbûn nîþan da û biryar da ku ji hikumetê vekiþe.
Bi vekiþîna Partiya Keskan re jî Serokwezîra Swêdê Andersson îstîfaya xwe ragihand. Bi vî awayî Andersson tenê 7 saetan wekî serokwezîr ma.
Serokwezîrê berê yê Swêdê Stefan Lofven dest ji serokatiya partiyê berdabû û ji bo avakirina hikumeteke nû navê Andersson pêþniyar kiribû.
Hevserokê Partiya Keskan Per Bolund got, "Em naxwazin welat bi butçeya ku partiyên rastgir amade kirine bê bi rê ve birin loma em ji hikumetê vekiþiyan."
ANDERSSON KÎ YE?
Magdalena Andersson di sala 1967'an de li Uppsalayê hatiye dinê.
Anderssonê Dibistana Aborî ya Stockholmê xwend û paþê di navbera salên 1992-95'an de perwerdehiya lîsansa bilind girt. Di navbera salên 2009-2012'yan de peywira Midûriyeta Daîreya Bacê ya Swêdê girt ser milên xwe. Ew ji sala 2014'an ve Wezîra Maliyeyê bû.