• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

'SOL'

Dîrok : 24 11 2021 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Rêdûr DÎJLE

Armanceke çîrokê jî ew e ku jiyan û heqîqetê bide ber lêpirsînê. Di vê lêpirsînê de bi bestika heqîqetê digire, bela xwe di tiþtên têkildarî jiyanê dide, ji bo bibe sûretê sir û razên jiyana civakî. Bi vê têkilîpêanînê re jî dibe wesîqe û çirayeke zexm ji bo kêlî û heyamên girîft û derbxwarî. Û ew heqîqeta ji me we ye ne heqîqet e, ji nav lepên bûyer û qewamên þaþ xelas dike, wê bi rih û can dike.

Çîroka “Sol” a nivîskar û têkoþerê dîlgirtî Menaf Osman ê ku tam nîvê temenê wî di girtîgehê de derbas bûye, îþaret bi vê hêla çîrokê dike. Osman, bi ‘Sol’a xwe jî hem bi hikmê pênûsa xwe þahidiyê li serdema xwe dike hem jî ji nava çar dîwarên ku hema bibêje gava mirov serê xwe di paceyên wan ên caxkirî re derdixe, ezman jî ji mirov nayê xuyakirin, ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. Dide der ku li vê erdnîgariya ku hema bibêje bihostek jê jî nemaye ku bi ‘postalan’ nehatiye herimandin, ferek sol carinan dibe heqîqet. Carinan bi her awayî rûçikê rastiyê kifþ dike, wê ji nav lepên bûyer û qewamên þaþ xelas dike, dibe rênûma ji bo heqîqeta welatî, dibe hilgirê heqîqeteke rêwiya dahatûyê… 

Li girtîgehê ku li gorî derve hemû rêgezên jiyanê bermeqlûb in, lehengê me ji betalî ji hal ketiye. Xwe li ser nivînê dirêj dike, guhoka radyoyê dixe guhê xwe. Derziya wê dibe ser SW’ê. Wê kêliyê ji bo wî kew li pelenderê dikevin, Feyrûzê distrê. Ev jê re dibe derman. Bi xwe ve tê. Li ser maseyê hejmara dawî ya kovara “National Geographic” bi ber çavên wî dikeve. Wêneyên di kovarê de wî cardin li wê xweza û wan çiyayên ji dest wî çûne, digerîne. Mijara vê hejmarê Dihê ye. Ji wêneyan yek jê pir bala wî dikiþîne. Çawa çav pê dikeve kizîn ji dilê wî diçe. 

Wêneyê fereke sola Mekap. Fereke goþeyên wê perpitî, li ber zinarekî çiyayê Dihê. Ev wêne zimanê wî yê dîtinê xurtir dike. Wê kêliyê wekî ne di zindanê de be, li wan çiya, dol, daristan, gir û newalên ku berê bihost bihost li wan geriyaye, digere. 

Paniya fera sola Makap xwe spartiye kevirekî. Serê wê di erdê de ye. Rengê wê yê zerikî ji ber sal û zemanên tê re derbas bûne, zîviriye rengê qehweyî. Wer xuya ye ji ber baranê hîn biçûktir bûye. Qeytanên wê hê girêdayî ne, û wer xuya ye bêyî îradeya xwedî, ji lingan hatiye derxistin. Dikeve nav gelemþeya pirsan. “Ev fera Mekaba ew qasî biçûk a kê bû gelo? A Mizgînê bû gelo, an jî ya Þîlanê?” Kî çi zane belkî ya Agir bû an jî Portetîf Cûma. “Lewre lingên her duyan jî pir biçûk bûn.” Hebe tune be ev ya yekî/ê ji wan e. Lê ya kîjanî? A kê be jî, ferq tê de tune ye, axirê hemû hevalên wî bûn. Lê dîsa jî natebite, meraq dike. “Gelo ev destên gemarî yên kujer, ev sol ji lingê kîjanî ji wan derxistibûn? Ew qas berikên ji wan qovanên vala derketibûn ketibûn canê kîjanî ji wan? Xwîna kîjanî ji wan rijandibûn li ber wî zinarî?”

Berikên li derdora solê dihejmêre. Tam panzdeh heb! “Nexwe panzdeh gule berdabûn laþê Agir!”, “Dijminê me jî dev ji vê rêbazê bernade; gava yekî ji me dikuje, li gorî temenê me, serê salekê guleyekê bera laþê me dide.” Oxirê Qoserî tê ber çavên wî. “Pisporekî wan nivîsîbû, ‘bila dia bikin, ev jî ji bo wan destkeftinek e. Berê serê zilamekî berikek bû…” 

Lê dike nake awirên wî ji wêne qut nabin. Kî çi zane belkî hinek berikên din jî li rex çarçoveya wêne hebin! “Min berçavka xwe da ber çavên xwe…” Di nav giha de çav bi qûnka berikek din dikeve. Tenê guroverka paþiya wê xuya dike. “Baxirê wê zeng girtibû, reþ bûbû lê dîsa jî mora ‘MKE’ baþ xuya dikir li ser.” Difikire, ger þanzdeh gule bin? Himmm. “Wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Þîlan e… Ew kulîlk û gihayê ku di wêne de xuya dikirin jî li ser xwîna wê þîn hatine. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piþtrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend!”

* Sol / Menaf Osman / Weþanxanên Aryen / 2021.
Yenî Ozgur Polîtîka

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

Hêzên Pêþmerge dê bibin yek?

01 01 2023

Metnên ewilî yên kirmanckî

Metnên ewilî yên kirmanckî

20 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meþûr

Serpêhatiyên Melê Meþûr

08 12 2022

Mala Lîstikê ava

Mala Lîstikê ava

24 11 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletiÅŸim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

BeÅŸ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÃŽQAÅž
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina GiÅŸtî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname