Serokê Weþangeran: Çapkirina pirtûkan zehmetir dibe
Diyarname
Her ku asta dovîzê li hemberî pereyê tirkî bilindtir dibe bi vî awayî jî li Tirkiyeyê rewþa çapkirina pirtûkan girantir dibe û weþanger zêdetir dikevin nava zehmetiyê.
Li ser vê yekê Serokê Yekîtiya Weþangerên Tirkiyeyê (TYB) Kenan Kocaturk ji bo Halk TV axivî û got: "Bi rewþa dovîzê re maliyeta çapkirina pirtûkan zêde dibe û weþandina pirtûkan zehmetir dibe. Îro hevalên me yên weþanger rewþa xwe carek din dinirxînin û bi vê zemê re dikin ku têkiliya xwe û xwendevanan biparêzin lê nikarin buhaya pirtûkan diyar bikin."
Kocaturk dibêje ku bi arîzikirina kaxidê re endustriya kaxit hat girtin û wiha didomîne: "Divê em wê carek din jîndar bikin. Heta em bi xwe careke din hilberîna kaxit bikin divê dewlet di warê îthalkirina kaxizê de alîkariya sektorê bike. Yan na di nav çanda me ya nivîskî de pircureyiya me ya çandî dê têk here."
Li Tirkiyeyê berê hilberîna kaxiz hebû lê paþê ew kargehên ku di destên dewletê de bûn hatin girtin û êdî hilberîn rawestiya. Niha li gor agahiyên ne fermî sedî 90'ê kaxizê ku li Tirkiyeyê tê bikaranîn ji Rojhilata Dûr an ji Ewropayê tê îthalkirin û ew jî bi dovîz lom. Loma bilindbûna asta dolar an euroyê ya li hemberî pereyê tirkî bandoreke mezin li weþangeran jî dike.