Term: Awêneya sosyolojiya kurdan
Ahmed KANÎ
Romana kurdî, di nava edebiyata kurdî de roj bi roj wekî stêrka sibehê diçirise û digihîje asteke wisa ku êdî meriv dikare romanên kurdî li gorî temayan bisinifîne. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser romana Hisên Kemal a bi navê “TERM”ê rawestim û wê di nava romanên tarza klasîk a cîhanê de bi cih bikim. Roman awêneya sosyolojiya kurdan a pêncî sal berê ye.
Nivîskar Hisên Kemal xwe spartiye folklora kurdî. Di serê romanê de wiha nivîsiye; “Heta ku ez li jiyanê bim, her ku min bi wî zimanê te hînî min kir, çîrokek bihîst, her ku di qisetekê de navên Hz. Elî, Seyîd Betalê Xazî, Mem, Zîn, Siyabend, Xecê, lawikê Zembîlfiroþ, Edûl, Dewrêþ… bihurîn, her ku birîneke axa min hat gotin, her ku tiliyên min li kompîturê ketin û li pey hevdû di monîturê de peyv rêz kirin… Bes te ji bîr nakim dayê.”
Cîhana romanê, li ser kuþtina Habîlî ji aliyê birayê wî yê bi navê Qabîl ve bi vegotin û we’izên Mele Emerê Hafizî hatiye avakirin. Serdar bi xweþikî, baþî û qenciya xwe diþibe Habîl ê ku ji aliyê Qabîl ve hatiye kuþtin. Silêman jî bi kirêtî, nebaþî, bênamûsî û kujeriya xwe diþibe Qabîl ê ku birayê xwe Habîl kuþtiye. Di navbera Habîl û Qabîlî de jî doza baþî û nebaþiyê heye, li vir jî heman tiþt heye yan bi gotineke din dualîzm heye. Cih/mekanê romanê, ji sê gundan (Berindir, Qanax û Sancax) ber bi sê bajaran (Amed, Riha û Semsûr) ve, berbelav dibe. Dema wê jî salên 1970’yan e ku Serdar jî wekî þoreþgerên wê demê bi navê telebeyên ku bi kurdperwerî tên nasîn, tê pênasekirin.
Mijara romanê êþ, mirin û kuþtina navxweyî ye. Dîsa nivîskar di serê romanê de, mijar wiha pêþkêþ kiriye: “Li gorî dîrokzan, filozof û mirovên biaqil, ev welat, welatê mirinê bû, bes mirinê li vî warî reh diavêt û ew þîn dibû.
Wan mirovên zana nedizanî, jîn û mirin li vî warî, ne du rastiyên dijber û dûrî hevdû bûn, gelekî nêz bûbûn. Bi hezaran sal bi xwarina hevdû xwedî dibûn, yekê xwîn dida ya din, yekê ya din dimijî.”
Nivîskar, di gera xwe ya li Semsûrê de, li ber deriyê mizgeftekê pîreke (Siltan) parsek a diranek di dev de mayî dibîne. Çîroka xwe li ser vegêrana vê pîrê dihone. Ev þêwe honandina romanê, wekî sehneyeke sînemayê ji dawiya çîrokê dîmenekî dide xwîner, meraqa xwîner zindî dihêle heta ku bi flashbekan ji serê çîrokê ber bi dawiyê ve dihone. Di navenda çîrokê de, Serdar û Silêman cih digirin. Malbata Serdarî, ji eþîra ûsikê ya li serxetê û binxetê belavbûyî pêk tê. Malbata Silêmanî jî li navçeyên Bêsnî û Semsatê yên bajarê Semsûrê dijiyan. Bavê Silo Awzer, axayê gundê Qanaxê di hefsê de, bi Çoloyê ji eþîra beþikan, re hevnasîbû. Bo muxtariyê þer di navbera eþîra wî û ya emeran de derdikeve. Di wî þerî de li gundê Sancaxa Qerejdaxa Sêwregê, du mêran dikuje. Awzer jî bi kuþtina mamosteyekî tirk ê ku navê bênamûsiyê pê ketiye, tê tewanbarkirin. Ew merivek mêrxas û comerd bû. Wî karekterê kurê xwe Silo ne dieciband, sedema neecibandina wî jî nexweþikbûna Siloyî hatiye niþandan.
Di romanê de gelek çîrokên cuda cuda cih digirin. Wekî mînak Îso, kurê biçûk ê Teyarê ûsikî dema li Îzmîrê leþker e, keça dozgerekî tirk bi navê Menekþe (Binefþ), dibe aþiqê wî. Pê re direve tê nava eþîra ûsikiyan. Kekê Îso, Nûh, mezinê malbatê mehra wan li hev dibire û wan diþîne binxetê, cem ûsikiyên li wê derê. Dozgerê bavê Binefþê salixê wan ji Pirsûsê digre. Hêzeke mezin a leþkerê tirk diþîne ser ûsikiyan. Nûho hemû eþîra xwe, çi li serxetê çi li binxetê komî ser hev dike. Bi awayeke rêk û pêk berxwedaneke mezin nîþan dide. Dewlet wekî her gav bi dek û dolaban Nûho dide girtin. Lê Nûho Îsa yê birayê xwe û bûka xwe Binefþê nade dest. Di vê bûyerê de nivîskar xwestiye peyama ku dema kurd bi tifaq bin, dijmin nikare bi wan re derkeve serî. Bi bûyerên hevkuþtinê jî peyama lewazbûna kurdan daye xwîner.
Di romanê de behsa qira ermeniyan jî hatiye kirin. Teyarê ûsikî, Garbîsê fileh û malbata wî ji qirkirinê rizgar kiriye. Kurê Garbîs Hecî Behram qenciya bavê Nûho ji bîr nekiriye. Dostekî baþ ê Nûho ye, dema xebera wendabûna Serdarî tê bihîstin, ji bo salixan jê bigire dikeve nav hewldaneke mezin. Li Amedê ji nas û dostên xwe pirsa Serdarî dide kirin.
Karekterên sereke yên romanê, Serdar kurê Bozan e. Ji Gulîzera keça Temoyê hevalê Awzerî hez dike. Xalê Serdar Nûho jî rêberê malbata xwe ye. Çolo, diya wî Xensê û hevjîna wî Eyþê cihek mezin di romanê de girtine. Awzer, hevjîna wî Zubêdeya keça elewî ku bi saya pîrekî elewî pê re zewiciye. Zubêde hewl dide ku zarokên xwe di dibistanên dewletê de bide xwendin, lê bi ser nakeve. Ez bawer dikim ku ev roman têra xwe balkêþ e.
Di encamê de ez dikarim bibêjim ku ev roman, romaneke realist e. Xwendina wê herikbar e. Ji Weþanxaneya Wardozê, di gulana 2021’ê de derketiye.
Ji Xwebûnê hatiye girtin