Îngilistanê wekî yekem welat dermanê molnupiravir Covid-19 erê kir
Diyarname
Kompaniya amerîkî Merck ji bo Covid-19 dermanek derxist. Îngilistanê ev derman erê kir lê bi þert. Bi vî awayî li dinyayê ew bû yekemîn welat ku vî dermanî erê dike.
Wezîrê Tundiristiyê yê Îngilistanê Sajid Javid li ser meseleyê gotiye: "Îro ji bo welatê me rojeke dîrokî ye ji ber ku Îngilistan bû yekemîn welat ku vî dermanî erê dike. Ji bo em di kurtedemê de vî dermanî bidin însanan ligel NHS'ê (Serwîsa Tenduristî ya Neteweyî) em dixebitin."
Li gor agahiyan zivistanê ev derman dê ligel bê belavkirin.
Îngilistanê þertê ku daniye ber jî ev e: Divê derman ji bo kesên bi ser temenê 18'an re be û ji bo yên Covid-19'ya wan pozîtîf derketiye bê bikaranîn.
Li aliyê din DYA li ser vê lêkolîna xwe didomîn e lê hê erê nekiriye.
Kompaniya ku derman derxistiye Merckê gotiye ku heta dawiya salê dê 10 mîlyon heb heban çêbikin.