HDP wê çiqas pere ji xezîneyê bigire?
Diyarname
Di sala 2022'yan de mîqtara pereyên ku partiyên siyasî li Tirkiyeyê ji xezîneyê dê bigirin diyar bû. Li gor dengên girtine herî zêde AKP digire. HDP dê 77 mîlyon û 65 hezar TL ji xezîneyê bigire.
Li gorî zagonên li Tirkiyeyê partiyên siyayî yên ku bendav derbasz kirine salane alîkarî ji xezîneyê digirin. Ev pereyên ku digirin jî li gor hejmara dengên ku girtine ye. Ji ber ku AKP yekemîn derketibû pereyê herî zêde ew digire. Li gor butçeya sala bê dê AKP 280 mîlyon û 279 hezar TL alîkarî ji xezîneyê bigire. Dûre bi rêzê CHP, HDP, MHP, Îyî Partî tên.
Ger hilbijartineke pêþwext çêbibe partî sê qatî vê mîqtarê dê pere bigirin ku ew jî wekî alîkariya di hilbijartinê de tê hesibandin.
Li gorî butçeya hatiye qebûlkirin sala 2022'yan de ev partî dê bi vî mîqtarî pere bigirin:
- AKP: 280 mîlyon û 279 hezar TL
- CHP: 149 mîlyon û 134 hezar TL
- HDP: 77 mîlyon û 65 hezar TL
- MHP: 73 mîlyon û 99 hezar TL
- ÎYÎ PartÎ: 65 mîlyon û 588 hezar TL