Berendamê îtalî 'The Hand of Gad
Diyarname
Welat yek bi yek fîlmên xwe yên ji bo pêþberendamtiya Xelata Oscarê diyar dikin. Niha Îtalyayê fîlmê xwe eþkere kir. Îtalya li ser nave welatê xxwe dê fîlmê "The Hand of Gad" biþîne ber destê komîteya amadekar.
Sala pêþiya me 94'emîn car dê xelatên Oscarê bêne belavkirin. Îtalya ji bo Oscarê fîlmê derhêner Paolo Sorrentino diþîne Oscarê.
Fîlmê ku îsal di Festîvala Fîlman a Venedîkê de xelata taybet a juriyê girtibû, serlîstikvanê fîlmî Filippo Scotti jî Xelata Ciwanê Herî Serketî girtibû. Fîlmê ku serlîstikvaniya wî Fillippo Scotti, Toni Servillo, Luisa Ranieri, Lino Musella dikin roja 24'ê sermawezê li Îtalyayê dikeve vîzyonê.
Derhêner Paolo Sorrentino bi fîlmên xwe navdar e. Wî di sala 2013'an de bi fîlmê xwe "La grande bellezza" di warê Fîlmê Biyanî yê Herî Serketî de xelat girtibû. Sorrentino heta niha ji bilî Oscarê li Cannesê Xelata Taybet a Juriyê, li Ewropayê Xelata Fîlmê Serketî, dîsa di awarê BAFTA de Xelata Fîlmê bi Zimanê Biyanî û li gelek cihên din xelat girtibûn.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Fransayê fîlmê berendam ê Oscarê eþkere kir: Titane