• Rûpela Pêþî
  • Hilbijartina Herêmî 2014
  • Hilbijartina Herêmî 2009
  • REFERANDÛM - 2010
  • Hilbijartin 2011
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Kevnebajar û keleha Muþaþîr /Gever

Dîrok : 24 10 2021 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Melîk AYKOÇ

Ji ber keleh û kavilên bajêr li gundê Xirvatan e, jêre Keleha Xirvatan jî dibêjin. Belê xirvat jî kurd in, ev îdîaya wan e û ew ji Hekkariyê ne, lê mijara min ne ev e. Mijara min keleh û cihên dîrokî ne. Li gundê Xiravatan a Geverê kevnebajarê Ardinî /Muþaþîr cihê herî pîroz ya xaldî /urartuyan heye. Key Îþpunî bi sedan car bi tevê kurê xwe Key Menuwa û dû re jî Argiþtî, Ruþa tevde hatine ev der ziyaret kirine. Li vir perestgeheke pir kevn ji dema serweriya Gutî (Gurti /Xurti) ve maye heye, ji bo xaldiyan jî ciheke pîroz e. Di hin daneyan de tê gotin ku di navbera Mîrîtiya Xaltan û Mannan de li ser vê cihê pîroz her û her þer derketiye. Her wiha di daneyên berdest de jî tê nivîsandin ku sumerî jî ji vir daketine deþta Mezopotamya jêr. Her wiha xurî û mîtanî jî bi vir ve tê girêdan. Yanî ev navenda Zagrosan tim bi rihê Kurdistanî bûye. Heta nivîskar û lêkolînerê dîrokê Andrew Collin di berhema xwe ya bi navê  "From the Ashes of Engels" (Di nava ariya Ferîþteyan de) bingehê þarestaniyê bi vê navenda Kurdistanê ve girê dide. Mixabin haya me kurdan ji vê tune ye.

Kavilên bajarê Muþaþîr li gundê Xirvatan a li ser rêya Xaldiyan a dîrokî ya ku ji Wanê tê û diçe Geverê, xetekê jî hetanî ber pozikê çiyayê Cîlo diçe. Ev cîgeha dîrokî li rojavayê bajarê Geverê li ber Çemê Avîþê ye. Li ser girê li kêleka Kavîlê vî bajarê mezin, bingehê keleheke mezin jî heye. Lê Mixabin ku ne li ser vê kelehê ne jî li ser kavilên bajarê  Muþaþîr tu lêkolineke arkeolojîk pêknehatiye. Anegorî agahiyên gihîþtine ber destê min, dagirker rê jî nadin.

Bes em ji Nivîsên Sargon II. ku Serwerê Asuran bû hinek agahiyan werdigirin. Ew di sala 714 B. M. de bi hêzeke mezin li ser bajarê Muþaþîr re digire, Perestgeha Xaldî diruxîne, di lewheyek de li ser tiþtên desteserkiriye jî hin agahiyan dide: Ligel gelek tiþtên binirx, peykerek conega û yeka golike yên ku kurê serwer Sardur I. Îþpunî wekî diyarî dabû Peretgehê yên ji bronzê hene. Li bajarê "Dur Sargon" ya Asûran de rolyefeke di forma gravuran de Perestgeha Xaldî ya Muþaþîr û bajarê li dorê heye. Di nava bajêr de xaniyên çarniþk û sêniþkên çend qat hene. Tiþta herî girîng jî cara yekem banê îro jî wekî sênîþk tê bikaranîn li ser wan baniyan hene. Yanî bajarekî anegorî wê serdemê gelek nûjen bûye. Ligel wê di nava tabletên Asûran de nivîsên rewþa bajarê Muþaþîr vedinivîsîne gelek in. Dibe bingehê hin çîrokan ji ji vî bajarê Xaldiyan hatibe.

Li Kelaþîn û Topizava yên li nêzîkê Bajarê Muþaþîr li ser du Stêllên mezin bi zimanê xaldiyan bi aliyê Îþpunî û Menuwa ve bi nivîsê mixî hatiye nivîsandin. Agahiyên herî têr yên li ser van her du stêllan hatin xwendin, bi dest ketiye. Her wiha li nêzîkê gundê Gagevran peykerê Beranan li ser goran hatiye dîtin. Lê ev ne ji dema pezkelan (Karakoyunlar) Ev ji dema xaldiyan ve maye. Dibe pezkelan jî ji vir çûbin.

Li zozanê Tirþîn a Geverê hin avahiyên li ser zinarên bilind wekî birc hatine lêkirin hene. Mixabin ka ev di serdema xaldiyan yan jî berê wan hatine lêkirin, nayê zanîn. Lê zanyarên lê nêrîne di wê baweriyê de ne ku ev der ji bo parastina zozanvanan û berê êrîþên asûran agahîdayînê ne. Yanî gelê me li vir tim xwe parastine.

Li ser zinarên girên bi navê "Ciyê Handev-adê ya li geliyê Geveroka li ber singê çiyayê Cîlo bi berziya 4135 metreyî de bi hezaran sal berê Mîladê ango di dema Neolotik de ji hezarî zêdetir, wêne û rolyef li ser zinaran bi mûrce hatine xêzkirin. Mixabin ta niha li ser wan jî lêkolînên arkeolojîk nehatine kirin. Ne tenê ew, ji her dere Geverê berhemên dîrokî dipijiqe mixabin ku wisa mane. Her wiha ji sedsala 11'an Piþtê Mîladê li geliyê Deravê di baxiran de kîlîse hatind kolandin. Li ser dîwarên kîlîseyan wêneyê Îsa û çîrokên li ser wî bi freskoyan hatine neqiþandin. Tev de hêjayê dîtinêne.

Li parêzgeha Hekarî gelek kelehên ji serdemê berê xaldiyan û dema xaldiyan mane jî hene. Mixabin li ser yekî jî lêkolînên arkeolojîk pêknehatine. Ji ber wê ez ê tenê navê wan û cihên lê ne bidim.

Keleha Qesr-î Heftgayan; li Navçeya Çal* (Çukurca) li newala bi navê "Sîdan" li berpalê wê yê baþûr li ser zinarên bilind hatiye avakirin.

Bes nayê zanîn ji kengê ve maye. Dibe ji kardakan jî mabe. Kelhek jî "Keleha Mîr" e. Yan jî Keleha Colemêrgê. Li ser zinarekî ji nava bajêr 200 metre bilintir hatiye lêkirin.

"Keleha Began" 8 km. dûrî bajarê Colemêrgê ye. Li ser girkî zinarînê 2000 metre binlind e. Di serdema hesin ya navînde hatiye lêkirin û keleheke Xaldî/ Urartuyan e.

Mixabin agahiyên berdest yên li ser van kelehan ev in. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweþiyê de.

21.10.2021, Yenî Ozgur Polîtîka


Têbiniya Diyarnameyê: Gelek kes ji wir re "Çelê" dibêje lê me dest neda vegotina nivîskar.


Hûn dikarin li van jî binêrin

Keleha Koço

Keleha Koço

06 05 2022

Edebiyat an wêje?

Edebiyat an wêje?

16 04 2022

Kanyona Giyadînê

Kanyona Giyadînê

25 03 2022

Gorna Ehmedê Xanî

Gorna Ehmedê Xanî

07 03 2022

Hilbijartin: 07.06.2015

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

31 10 2015

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

Þîrketên anketan ji bo HDP'ê gotibû çi? (Ji bo 7'ê pûþperê)

09 06 2015

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

Vaye lîsteya mebûsên HDP'ê yên hatin hilbijartin

08 06 2015

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

Kîjan navçeyê herî zêde deng daye HDP'ê

08 06 2015

Nivîskaran ji bo 7'ê pûþperê çi gotin?

Helîm YÛSIV

Serkeftina HDP‘ê serkeftina rojavayê Kurdistanê ye

08 06 2015

Zekî OZMEN

HDP bi dengên kurdên xeyalþikestî bi ser ket

08 06 2015

Cemil Oguz

Demîrtaþ dondirmeyek deyndarê Delalê ye

08 06 2015

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

07 06 2015

Hin pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêþniyarên HDP'ê

05 06 2015

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

HDP: Meaþa herî hindik dê 1800 TL be

21 04 2015

Ev partî ji ku hat ku?

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

Ji 1999 heta 2015'an meþa azadiyê

04 06 2015

Mebûsên berê yên vê tevgerê

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2007'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

Mebûsên ku 2011'an de hatin hilbijartin

04 06 2015

2014: HILBIJARTINA HERÊMÎ

Hin îstatîstîkên hilbijartina 2014'an

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

Li kîjan navçeyê HDP herî zêde dengan digire?

06 06 2015

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

Îstatîstîkên hin bajarên mezin

05 06 2015

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

Li bajarên kurdan vê tevgerê sedî çend deng girtin?

05 06 2015

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname