Bîranînên jineke têkoþer 'Ferengîs' derket
Diyarname
Bi navê "Ferengîs, Bîranînên Ferengîs Heyderpûr" pirtûkek bîranînê ya li ser bîranên jineke kurd derket.
Ferengîs Heyderpûr jineke kurd a berxwedêr e. Nivîskara kurd Mehnaz Fetahî piþtî sê salên çûn û hatin, axaftina, dan û standinên ligel Ferengîs û malbata wê bîranînên wê nivîsandine. Bîranîn bi navê "Ferengîs, Bîranînên Ferengîs Heyderpûr" ji Weþanên Sîtavê derket. Çetîn Taþ jî pirtûk ji farisî ji bo kurdî wergerandiye.
Nivîskara pirtûkê Fetahî li ser Ferengîs Heyderpûrê wisa dibêje, "Her roja ku min bîranên Ferengîsê dinivîsin, min baþtir fêm dikir ku Ferengîs ne tenê leþkerekî Iraqî kuþtiye û yekî din jî dîl girtiye, wê wisa karên mezin pêk anîbûn ku ji kuþtina fermandarê iraqî kêmtir nebûn."
Pirtûka bîranînê ji 11 beþan pêk tê û Ferengîs wisa qala xwe dike: "Diya min her tim digot 'Tu çiqas þerûd î Ferengîs! Bi Xwedû tu bi þaþî weke keçik hatî dinyayê; divê tu lawik bûyayî. Tu tiþtekî ne naþibe yê keçikan. Keçik divê aram û zerîf bin.' Gava ku didît ez guh nadim gotinên wê digot, 'Ferengîs divê mêr weke mêr, jin weke jin... Qet xwe aciz neke, tu kes nayê xwezgîniyê te" Divê keçik sergiran û zerîf bin.' Dava ku diya min wisa þîret bi min dikir, ez aciz dibûm. Min hîç nedixwest ez sergiran û zerîf bibim. Ma çi dibû min þelwarê mêran li xwe dikir û þivantî dikir: Ma çi dibû min di tarîtiyê de ziravê keçikan diqetand û ez bi wan dikeniyam. Ma çi dibû ku ez diçû nav goristanê û min ziravê lawikan diqetand û ez bi reva wan dikeniyam."
- "Ferengîs, Bîranînên Ferengîs Heyderpûr / Mehnaz Fetahî / Wergera ji farisî Çetîn Taþ / Weþanên Sîtav / Bîranîn / 297 rûpel / 2021
**
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarnameMALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
MAIL: diyarname@diyarname.com