Ev jî çêbû: Ji ber kincên kurdî bi ser dawetê de girtin
ENQERE
Li Enqereyê ji ber kincên kurdî polîsan bi ser dawetê de girtin û xwestin li dîmenên hatine kiþandin binêrin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Taxa Turkozu ya Mamaka Enqereyê polîsên beþa TEM'ê (Têkoþîna li Dijî Terorê) bi ser dawelete kurdan de girtiye ku dawet li taxê çêbûbû. Polîsan sedem wekî "kincên gelêrî û bilindkirina tiliyên wekî nîþaneya serketinê" nîþan dane. Polîsan li dîmenên hatine kiþandin nêrîne û paþê gotine, piþtî dawet xilas bûn dîmenan bînin teslîmê me bikin.
Xwediyê dawetê Îlhan Karaman ji bo ajansê gotiye, "Ev 25 sal in em dawetên xwe li vir çêdikin heta niha polîs hatine lê me qet nedîtiye ji TEM'ê hatine. Heta niha ji ber qelebalix çêdibe dihatin. Em culemêrgî her dawetê çêdikin lê yekem car e em rastî tiþtek wisa tên."