Ji anketa TTB'ê sefaleta doktoran û biryara bilindkirina têkoþînê derket
Diyarname
Ji ber ku li Tirkiyeyê rewþa doktoran ne baþ e TTB'ê û Odeya Tabîban ket nava hewldanan.
Li ser vê yekê TTB û Odeya Tabîban pêvajoyeke nû ya têkoþînê da dest pê kirin. Têkoþîn bi diruþma "Li hemberî tarîtiyê; Em xwedî li kincê xwe yê sipî, mafên xwe, mafên tenduristiya gel derdikevin - ked a me ye, gotin a me ye" hate destpêkirin.
Di daxuyaniya ku roja 1'ê mehê Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Þebnem Korur Fincanci xwend de anketa ku TTB'ê li 81 bajaran ligel doktoran çêkir jî hat eþkere kirin. Di anketê de rewþa xirab a doktoran derket holê. Li gor anketê:
- Sedî 45'ê doktoran meaþê wan têra debara wan nake.
- Sedî 76'ê doktoran heqdestê xwe yê zêdexebitîna di dema pandemiyê de nagirin.
- Sedî 90'ê doktoran difikirin ku pergala xebata li gor performansê bêedalet e.
- Sedî 92 difikirin ku zagona li ser þîdeta di dema tenduristiyê de ku par li Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin bandora wê tune ye.
- Sedî 84'ê doktoran pêþî rastî þîdeta gotin û fîzîkî ya nexweþan an jî xizmên nexweþan tên.
- Sedî 68'ê doktoran fikra wan ew e ku ji ber rewþa giran an xebatê nikarin bi têra xwe bi nexweþên xwe re eleqedar dibin.
- Sedî 72'yê doktoran difikirin ku rewþa xebata li ser pandemiyê ne li gor rewþa pandemiyê ye.
TTB li ser navê 175 hezar doktorên li Tirkiyeyê dixwaze ligel Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê biaxive û daxwazên wan ragihîne wezaretê. TTB dibêje ger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê têkoþîna xwe bilindtir bikin û heta encamê bi dest bixin dê bitêkoþin.