Xwedî li saziyên xwe derkevin
Diyarname
Êvara 4'ê mehê çend hesabên tora civakî têk çûn. Ev têkçûn 10 saetan dewam kir. Kîjan sazî bûn?
Facebook, Instagram, Whatspaap...
Xelkê nekarî van bikar bînin. Gelek kesên bi van ve hatibûn girêdan þok bûn. 3,5 mîlyar kes ket bin bandora vê têkçûnê. Xwediyê Facebookê M. Zuckerbergî di van 10 saetan de 4 mîlyar dolar zirar kir. Rayedarên FB'ê ji ber vê rawestandina kar a 10 saetan lêborîn xwest.
Niha mesele tê vir:
Li dinyayê, li her welatî, li her bajarî divê desthilatdarî ne di destê kesek tenê, saziyek tenê de be. Loma jî pir dengî, pir rengî lazim e. Loma jî ev têkçûna êvarê mirovan ber bi wir ve dibe: Xwedî li saziyên xwe yên herêmî, gelêrî, neteweyî derên û hejmara wan zêde bikin. Dema xelk we li erdê bihêle, ew dê li cem we bin...