Kurdekî 21 salî multîmîlyonerê Bitcoinê ye
Zekî OZMEN
Ev bi mehan e çîroka dewlemendiya ciwanekî kurd di rojeva medyaya Swîsreyê de ye. Dadvan Yousuf ku 21 salî ye û ji baþûrê Kurdistanê ye, bi pereyê dijîtal ê bi navê Bitcoins bûye multîmilyoner.
ÇÎROKA MALBATA WAN
Li gor nûçeyeke rojnameya Aargaueezeitung, dayika Dadvan Yousuf di sê saliya wî de digel wî û du birayên wî wekî penaber hatiye Swîsreyê. Dema hatina wan demeke kurt pêþiya Þerê Kendavê û ketina Sedam Huseyîn bû. Pêþiya hingî bi du salan jî bavê wî yê ku berê pêþmerge bû, wekî penaber hatibû Swîsreyê.
DI 11 SALIYA XWE DE NAVÊ BITCOINAN BIHÎSTIYE
Dadvan Yousuf berî çend rojekî tevlî bernameyeke televîzyona CHMedia ya swîsrî bû û li wir diyar kir ku wî di yanzdeh saliya xwe de navê Bitcoins bihîstiye: “Hinga ez ez yanzdeh salî bûm, diviyabû pîrika min were emeliyat kirin. Ez li rêyan geriyam ka ez çawa dikarim pereyan jê re rêbikim. Li wir pêrgî hebûna pereyên dîjîtal ketim û min li wir cara ewilî navê Bitcoins bihîst.”
Ew hingî yekser dest bi firotina lîstikên xwe dike ji bo ku Bitcoinan bikire. Wê demê cara ewilî bi karta krediyê ya bavê xwe bi buhayê 15 euroyan Bitcoinan dikire. Pîrika wî tê emeliyatkirin lê ne bi pereyên wî. Ji xwe ji pergala birêvebirina pergala li piþt Bitcoin fêm nake.
STRATEJIYA KIRÎNA BIRCOINAN
Piþtî 13 saliya wî rewþ tê guhertin; wan her du salan bi lêkolîn û hewla fêmkirina pergala pereyên dîgîtal derbas dike. Li gor ew dibêje, huner ne ew e kirîn di dema buhabûna pereyên dijîtal de were kirin. Divê dema buha bikeve, ew werin kirîn. Ew bi wî awayî rêya stratejiyekî ji xwe re peyda dike. Lê wî dev ji þopandina wê yekê jî berdaye, ji ber êdî bernameyên wî yên taybet bi algorîtmên ew dixwaze kêlî bi kêlî piyaseya pereyên dîjîtal diþopînin û jê re pê ticaretê dikin.
DIXWAZE ZANABÛNA XWE PARVE BIKE
Dadvan Yousuf hinga dewlend dibe, ji malê cuda dibe û wextekî di otelên luks ên Swîsreyê de dimîne. Niha jî li Zurichê xaniyek ji xwe re kiriye. Pereyên ku malbata wî heta hingî ji sosyalê wergitibûn jî paþ de dide þaredariyê. Li gor gotina wî, ew dixwaze biçe welatên feqîr û zanebûna xwe bi mirovên hejar re parve bike, ji bo bi pereyên dijîtal sûdê werbigirin. Bi vê armancê wî weqfek jî li Swîsreyê tomar kiriye.
Dadvan Yousuf (yê aliyê rastê) ligel malbata xwe. (Fotoyên di vê nûçeyê de hatine bikaranîn ji malpera "nzz.ch" hatine girtin)