Xelata Nobelê ya Tibê dan David Julius û Ardem Patapoutian
Diyarname
Akademiya Nobelê dest bi eþkerekirina Xelatên Nobelê kir; pêþî Xelata Nobelê ya Tibê eþkere kir. Li gor daxuyaniya hate belavkirin Xelata Nobelê ya Tibê dan du zanyarên amerîkî David Julius û Ardem Patapoutian. Herduyan germbûn û reseptora destdanê kifþ kiribû.
Juriyê di daxuyaniya belav kirine de eþkere kir ku bi "Kifþên þoreþger" germ, sar û bi quweta mekanîk em çawa dinyayê hîs dikin û xwe lê tînin; di vî warî de hiþyariyên tûreyên ('sinir') me çawa dest pê dikin, kirine ku em wan fêm bikin.
David Julius ê 65 salî ku li Zanîngeha Californayê dixebite 'kapsaisin' ê ku di dema xwarina îsotê tûj de çawa dibe sedema hesta hîskirina tûjiyê bikar aniye û ew di sensorê nav çermê me ku li hemberî germê reaksiyonê nîþan dide bikar aniye.
Ardem Patapoutian ê ku li Scripps Research a li Californiyayê profesor e, sînorê sensorê li nav çerm û organan kiþt kiriye ku çawa li hemberî dehfdanê pejinkar e.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Va ne hin berendamên Xelata Nobelê ya Aþtiyê